‘Li dijî şîdeta dîjîtal divê tirs û bêdengî were şikandin’
Li gorî daneyan li Mexribê 1,5 milyon jin rastî şîdeta dîjîtal hatine. Derûnînas Şeyma Ablaq, diyar kir ku jin ji ber li dijî vê yekê bêdeng dimînin, bi travmaya ku ji ber tiştên dijîn bi wan re çêdibe re, bi tena serê xwe dimînin.
HANAN HARÎT
Mexrib – Li hemû cîhanê li dijî jin û zarokên keç her diçe şîdeta bi riya dîjîtal zêde dibe. Di roja me de şîdeta bi riya dîjîtal, yek ji awayên herî bi xeter tê pênasekirin û di vê mijarê de xebatên şiyariyê her diçe zêde dibin.
Em bi endama Komeleya Welatîbûn û Wekheviyê Al-Tahdî û derûnînas Şeyma Ablaq re li ser şîdeta dîjîtal, encamên wê û riyên parastinê axivîn. Şeyma Ablaq, bal kişand ku di medyaya dîjîtal de şîdet û tacîza li dijî jinan her diçe zêdetir dibe û got ku ev yek awayê herî bi xeter ê şîdetê ye. Şeyma Ablaq diyar kir ku şîdeta dîjîtal dibe sedem jin pirsgirêkên derûnî û travmayan bijîn û bal kişand ser zêdebûna bûyerên depresyonê.
Şeyma Ablaq, da zanîn ku ji bo di vê mijarê de şiyarî çêbibe, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Şîdeta li Dijî Jinan, derfetek e, diyar kir ku li gorî daneyên fermî her diçe şîdeta li ser jinan zêde dibe û ragihand ku li gorî daneyên di Adara sala borî de, bi raporekê li welat hatine weşandin, 1,5 milyon jinên Mexribî bi riya dîjîtal rastî şîdetê hatine.
Kiryar mêrên herî nêz in
Şeyma Ablaq, bal kişand ku komeleya wan bi taybetî li ser şîdeta dîjîtal xebitiye û diyar kir ku di medyaya dîjîtal de ji heqaretê bigre, heta parvekirina wêneyên taybet, gelek tiştên ku sûc in tên kirin. Şeyma Ablaq wiha domand: “Jinên ku rastî şîdeta dîjîtal hatine her dem serî li komeleyê didin. Em ji bo wan piştgiriya derûnî û hiqûqî didin. Êrişkar piranî mêr in. Ev mêr an dergistî, yan hevjînên berê yan jî xizmên herî nêz in.”
‘Divê bêdengî were şikandin’
Şeyma Ablaq bal kişand ku bi zêdebûna teknolojiyê û girêdana pê re, şîdeta dîjîtal zêde bûye û gihîştiye asteke bi xeter û got “Gelek kes, ji ber ku baş perwerde nedîtine û zanîna wan kêm e, haya wa jê nîn e ku heqaret di zagonan de sûc e û tê cezakirin loma bêdeng dimînin.”
Şeyma Ablaq der barê çareseriyê de jî xwest beriyar her tiştî divê bendên tirsê werin rakirin û li ser girîngiya agahdarkirina saziyên têkildar û tedbîrên li gorî wê û xwest agahdarkirin zêde bibe û rêz jê mehremiyeta mirovan re were nîşandan.
Şeyma Ablaq bal kişand ku divê gelek jin bi bandorên şîdeta dîjîtal û tiştên ji ber jiyane re hevrû bibin û diyar kir ku heta ev yek çênebe dê di warê derûnî de baş nebin.
Gef lê hat xwarin
Yek ji kesên ku bi lêdana telefonê yan jî bi peyaman rastî şîdetê hatiye jî Samîra ye. Samîra diyar dike ku pênca salan bi wê şîdetê re têkoşiyaye û wiha got: “Bi weşandina wêneyên min li ser medyaya dîjîtal gef li min hat xwarin. Min hê jî travma û rewşa ruhî ya nebaş derbas nekiriye.” Samîra diyar kir ku piştî biryara veqetîna ji hevalê xwe yê mêr daye, şîdeta li dijî wê dest pê kiriye û got: "Ez wisa tirsiyam ku fikirîm xwe bikujim. Bi saya hevalên xwe bi vê krîzê re derketim serî.”