Li dijî qetilkirina jinan daxuyanî hat dayîn

Kampanyaya Yekgirtina Jinan a li Dijî Şîdet û Dagirkeriyê daxwaza cezakirina kujerên jinan kir û xwest dadgeh serbixwe bin.

Kampanyaya Yekgirtina Jinan a li Dijî Şîdet û Dagirkeriyê daxwaza cezakirina kujerên jinan kir  û xwest dadgeh serbixwe bin.
Navenda Nûçeyan -Kampanya Yekgirtina Jinan a li Dijî Şîdet û Dagirkeriyê li ber Dadgeha Silêmaniyê daxuyanî da. Kejal Ebdulqadir daxuyaniya nivîskî ya Kampanyaya Yekgirtina Jinan a li Dijî Şîdet û Dagirkeriyê xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ji ber sedema bûyerên qetilkirinê ku dawî li wan nayê bi navê namûsê li dijî jinan pêk tên, li ser jinan rewşeke metirsîdar çêbûye. Ev rewş jî dibe sedema bêbaweriya di nava malbatê û wan kesên ku dixwazin bizewicin. Tevî ku jin tên kuştin jî careke din bi çavekî tawanbar li wan tê mêzekirin."
Di dawiya daxuyaniyê de ev xalê li jêr hatin destnîşankirin: 
Ji kanalên televîzyonê yên ku diçin li cihê bûyerê û malbatan didin axaftin, li gorî xwe qala şêwaza kuştinê dikin û jinan weke tawanbar nîşan didin divê ji vê yekê re sînorek were danîn û beriya lêkolîna li ser bûyeran daxuyanî werin qedexekirin.
Pêwîste di qonaxa destpêkê de zarok li ser hîmê wekheviya zayendî werin perwerdekirin. 
Ji Şerm ji mêyîtiyê nekin. Di proseya xwendinê de mijarek li ser were dayîn.
Ew dirama û bernameyên ku dibin sedema şîdetê û hilweşîna malbatê werin rawestandin
Divê ku kujerên jinan werin cezakirin û neyên efûkirin
Divê ku sulha eşîrtî were qedexekirin û yên dikin werin cezakirin
Divê ku zagon serwer bin û dadgeh serbixwe bin
Piştî daxuyaniyê kovarek taybet a jinan li kesên amade hat belavkirin