Li dijî kiryarên li El-Faşêrê bertekên jinan zêde dibin
Jinên Sûdanê, binpêkirinên ku ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve Ii dijî jinan tên kirin şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn mîna "rêxistineke terorîst" binav bikin û cezayên herî giran bidin.
					AYA ÎBRAHÎM
Sûdan – Dîmenên tirsnak, cenazeyên li devê rê û zeviyan û vîdyoyên li ser medyaya dîjîtal ên leşkerên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên li bajarê El- Faşerê jinan dikujin, piştî dagirkirina van hêzan a bajar belav bûn. Bi van bûyeran re bertek û bangên ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan berdewam dikin.
Rayedara Konseya Çand û Medyayê Ghada Osman, diyar kir ku ji ber binpêkirinên giran ên Hêzên Piştgiriya Lezgîn li dijî jinên li El-Faşerê xemgîniyek kûr dijî. Ghada Osman, da zanîn ku di nava van binpêkirinan de kuştin, îşkence û koçberî heye û dema behsa dimênên tirsnak ên di wêne û vîdyoyên li ser medyaya dîjîtal hatine belavkirin de kir giriya.
Ghada Osman, daxwaza cezakirina berpirsyaran kir û wiha axivî: "Em ji ber tiştê diqewimin xemgîn in. Dîtina tiştên li El-Faşêrê bi jinan tên kirin, pir bi êş e. Xwezî bikaribûma alîkariyê bikim. Hevgirtina ji bo jinên li Darfûrê berfireh e û hemû kes li kêleka wan in. Ez hêvî dikim ku pevçûn bi dawî bibin û li Sûdanê aştî serwer bibe.”
Di dema dagirkirina El-Faşêrê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve, gelek jinên navdar ên mîna nûçegihana şer, Asya Xelîfe yên bi wêrekiya xwe tên naskirin, hatin qetilkirin an jî winda bûn. Çarenûsa Xelîfe heta niha nayê zanîn. Her wiha parlamentora berê Siham Hesen Hesbûllah jî hat qetilkirin. Siham Hesen Hesbûllah, di dîroka Sûdanê de endama herî ciwan a parlamentoyê bû, bi xebatên xwe yên têkildarî pirsgirêkên jin û ciwanan dihat nasîn.
Hinceta binpêkirinên tên kirin nîn e
Rêvebera Navenda Perwerdeya Çavkaniyên Mirovan Rawaa Barbarawî, binpêkirinên li dijî jinan li el-Faşêrê mîna sûcekî li dijî mirovahiyê bi nav kir, got ku hovîtîyek pir mezin e û got: "Êşa me nayê vegotin. Gelo li pişt vê hovîtiyê kî hene?"
Rawaa Barbarawî, destnîşan kir ku tiştên tên jiyîn nikarin mafdar bên nîşandan û li ser navê mirovahiyê lekeyek e, bang li civaka navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn mudaxeleyî rewşa li El-Faşêrê bike, alîkariya mirovî bide mexdûran û binpêkirinên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên li dijî jin û malbatan lêkolîn bike. Rawaa Barbarawî, got: “Bûyerên bi şok li pey hev tên jiyîn û ruhê mirovan nikare vê yekê ragire. Em neçar man ji tiştên qewimîn birevin, ji ber mirov nikare tehemul bike.”
‘Pêdiviya mexdûran bi piştgiriya derûnî û civakî heye’
Rawaa Barbarawî, diyar kir ku gelek kes hatine kuştin ên sax mane ji ber binpêkirinên ku her dem didomin di nava êşê de ne. Rawaa Barbarawî, destnîşan kir ku pêdiviya mexdûran bi piştgiriya derûnî û civakî heye û asta qeyranê ji texmînan wêdetir e divê hewldanên herêmî û navneteweyî bi hev re bên meşandin.
Sûcdarkirin û bertekên navneteweyî
Piştî dagirkirina el-Faşêrê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve, rêxistinên navneteweyî û NY’ê wan bi komkujî û binpêkirinên li dijî sivîlan sûcdar kir. Di nava van binpêkirinan de girtin, koçberkirina bi darê zorê û darvekirinan heye. Welatên Ereb jî êrîşên li El-Faşêrê şermezar kirin û banga agirbestek mirovî ya lezgîn kirin.
‘Divê mîna rêxistinek terorê bê hesibandin’
Berpirsa Berxwedana Gel Amîna Mihemed, binpêkirinên li dijî jinan şermezar kir û got ku berxwedana jinên li El-Faşêrê hêza jinên li Darfûrê nîşan dide. Amîna Mihemed, destnîşan kir ku jin dersên welatparêzî û rûmetê didin û li dijî zehmetiyan îradeyek bêdawî nîşan didin.
Amîna Mihemed, diyar kir ku kuştin, tecawiz û koçberkirinên li El-Faşêrê li dijî nirx û exlaqê gelê Sûdanê ye û got: "Jin rastî binpêkirinên herî tirsnak hatin; mînaka van bûyerên hovane heta niha di dîroka cîhanê de nehatiye dîtin."
Amîna Mihemed, da zanîn ku civaka navneteweyî van sûcan şermezar dike û divê ji bo parastina mafên mexdûran tedbîrên lezgîn bên girtin.
Amîna Mihemed, destnîşan kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn wêne û vîdyoyên îşkenceyên li dijî jinan belav dikin û ev yek bi armanca şikandina îradeya jinan tê kirin. Amîna Mihemed, bang li civaka navneteweyî kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn wekî "rêxistinek terorê" bi nav bike û destnîşan kir ku cihê vê rêxistinê li Sûdanê tune ye.
Raporên têkildarî El-Faşêrê
Li gorî raporên ji El-Faşêrê tên, Hêzên Piştgiriya Lezgîn li bajêr kampanyaya tirsandinê dimeşînin, zêdetirî 2 hezar sivîl înfaz kirine û gelek binpêkirinan dikin. Dimenên peykê, van binpêkirinan belge kir. Komîteya Navneteweyî ya Parastina Rojnamevanan, ragihand ku herî kêm 3 rojnamevanên jin ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve rastî tecawizê hatine û 13 rojnamevan jî winda bûne.