Li dijî jinan tundiya dîjîtal zêde dibe

Ji ber ku zagona ceza û çavdêriyê nayê pêkanîn tewanên xirab ên bikaranîna medyaya dijîtal zêdetir dibin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Bi awayê xirab bikaranîna medyaya dîjîtal, rê li ber tewanan vekiriye. Ev yek di nava civakê de yek ji pirsgirêkên herî metirsîdar e. Belavkirina wêneyê kesan û bazirganiya nezagonî zêde bûye. Parêzer û endama rêxistina Akademiya Jinan Firîşte Xelîl bal kişand ser bikaranîna medyaya dîjîtal bi awayê xirab û destnîşan kir ku jin bi riya medyaya dîjîtal rastî tundiyê tên, li hemberî vê zagonên ceza nayên bicihanîn.

 ‘Ne hişyariya civakê dibe sedem ku medyaya dîjîtal xirab were bikaranîn’

Firîşte Xelîl amaje bi wê yekê kir ku bi awayê xirab, bikaranîna medyaya dîjîtal û bandorên xirab ji ber nehişyariya civakê ye û wiha got: “Sedemek din jî ew e ku malbat zarokên xwe îhmal dikin û çavdêriya wan nakin, bi awayekî hêsan derfet didin ku bigihîjin medyaya dîjîtal û xwe pê mijûl bikin. Dema ku wiha dikin qet texmîn nakin ku dê bi xwe re çi bîne û jixwe agahiya wan ji pirsgirêkên ku zarokên wan pê re rû bimînin tune ye.”

‘Daneyên tundîtûjiya li hemberî jinan ji ber medyaya dijîtal zêde bûne’

Firîşte Xelîl bi bîr xist ku salane daneyên tundîtûjya li hemberî jinan bi riya medyaya dîjîtal zêde dibin û wiha domand: “Li gorî benda 7 a zagona ku di sala 2008’an de derketiye, bi awayê xirab bikaranîna medyaya dîjîtal dibe sedema dozan. Di sala 2020’an de 181 doz hebûn, di sala 2021’ê de ev rêje bûye 183 dozan. Di sala 2022’an de 140 doz hebûn. Ev dozên ku hatine tomarkirin rêjeyek gelek kêm e, di rastiyê de bûyer gelek in lê gilîker kêm in. Ji ber xelk bêhêvî bûye, difikirin ku zagon rêgiriyê li ber kesên ku medyaya dîjîtal bi xirabî bi kar tînin nagirin. Li gorî xala 2’yemîn a benda bi hejmara 6 a sala 2008’an ku behsa cezayê xirab bikaranîna telefonê dike du cureyên tewanan hene. Li gorî van du cureyên tewanan ceza danîne, ew jî cezayê wan tewanan sivik in ku bi girtina rojek dest pê dike heta salekê, yan jî ji  750 hezar cezayê pere dest pê dike heta 3 milyonî. Her wiha tewanên giran bi girtina ji salekê dest pê dike heta 5 salan, an jî milyonek dest pê dike heta 5 milyonan.”

‘Herî zêde jinên ciwan dibin qurbaniyên medyaya dîjîtal

Firîşte Xelîl da zanîn ku piraniya malper, kanalên tv. û mijarên medyaya dîjîtal bandorên xirab li ser perwerdeya zarokan bi taybetî jinên ciwan dikin. Wisa bûye ku ji çand û keveneşopiyên civakî dûr bikevin. Ji ber wê gelek caran jinên ciwan ên ku temenê wan di bin 18 salî de ye dibin qurbanên medyaya dîjîtal û wiha got: “Em hewl didin zagonê li hemberî tewankaran hişktir bikin. Da ku êdî dubare nekin, ji ber ku ew cezayên danîne ne li gorî pêwîstiyê ne û sivik in. Herî zêde kesên ku tên gel me kesên tewanbar li hemberî hinek pere medyaya dîjîtal bi xirabî bi kar tînin û kesên ku rastî van pirsgirêkan tên pêwîst nake bitirsin, an jî guh bidin kesên tewanbar. Divê destpêkê malbat û dadgehê agahdar bikin.”