‘Li dijî êrîşan sekn û çalakiyên gel bûn bersiv ji dagirkeriya tirk re’

Endama Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Menal Mihemed li ser êrîşên dewleta tirk diyar kir ku dîplomasiya wan sûcên dewleta tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike belge kirine û ji cihên eleqedar re şandine.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Dewleta tirk ji 23’ê Kanûnê ve êrîşî seranserê axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û di encamê de binesaziya herêmê hatin armancgirtin û welatiyên ku di cihên xizmetguzarî de kar dikirin bûn armanca êrîşan. Di encama êrîşan de 10 kesan jiyana xwe ji dest da hejmarek jî birîndar hene. Li dijî êrîşan gelê herêmê li ser piyan e û çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin. Di heman demê de êrîşên heyî di asta cîhanî de rastî bêdengî û ji nedîtî ve tê dîtin.

Endama Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star, Mendal Mihemed êrîşên dewleta tirk nirxand û diyar kir ku wan name ji cihên eleqedar re di der barê êrîşên dewleta tirk de şandine.

‘Dewleta Tirk mudaxeleyê Rojhilata Navîn dike’

Menal Mihemed êrîşên dewleta tirk li ser herêmê û pêvajoya heyî wiha nirxand: “Di 23’yê Kanûnê de her kesê ji bo sersalê amadekarî dikir lê dewleta tirk di wê rojê de êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Dêrikê heta Kobanê kir. Di êrîşan de cihên binesazî, navend û xizmetguzarî armanc girt. Di heman wextê de di encama êrîşan de şehîd û birîndar jî çêbûn. Kesên ku şehîd ketin, li ser karê xwe bûn û ji bo dabara jiyana xwe bikin dişixulîn. Dewleta tirk armanca wê ew e ku îradeya gelê demokratîk û azadîxwaz bişkîne. Di madeya 51 a navdewletî de jî heye ku kes nikare heq ji xwe re bibîne êrîşî cihek bike. Lê dewleta tirk li ber çavên hemû cîhanê êrîş kir û zirarên mezin da axa me. Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze xeyalên xwe yên berê yên Osmanî vegerîne. Dewleta tirk ne tenê êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, li kêleka wê li Başurê Kurdistan, Bakurê Kurdistanê heta Rojhilatê Kurdistanê êrîşan pêk tîne. Di heman wextê de dewleta tirk mudaxaleya siyaseta Rojhilata Navîn û dewletên Ereb dike. Bi siyaseta bi navê olê dixwaze xeyalên xwe pêk bîne.”

‘Di vê rewşê de me bangawazî û name ji cihên eleqeder re şandin’

Menal Mihemed rola dîplomasî û weke dîplomasiya jin di vê pêvajoyê de kar û xebatên çawa kirine wiha anî ziman: “Me wek Rêxistina jin a Kongra Star di vê rewşê de bangawazî û name ji cihên eleqedar û bi taybetî rêxistinên jinan ên di hiqûqê de cihê xwe digrin re şand. Di heman wextê de me gelek daxuyanî dan. Em karê dîplomasiyê mîna dewletan bi dest nagirin, em dîplomasiya xwe li ser civakê ava dikin. Dîplomasiya me gelê azadîxwaz û jinên azad û demokratîk di hundirê xwe de digre. Em bi tifaqa jinan dîplomasiya xwe bi rê ve dibin. Dîplomasiya me bingeha xwe ji civaka demokratîk digre lê ya dewletan bi zihniyeta baviksalarî bi rê ve diçe. Dîplomasiya me ne ji gel be em nagihîjin armancên xwe jî.”

‘Zihniyeta Hamasê û dewleta Tirk wekî hev e’

Menal Mihemed şerê ku li Xezayê pêk hatiye û di encamê de sivîl û binesaziya herêmê hatibû armancgirtin nirxand û diyar kir ku şerê li Xezayê pêk hatiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî pêk tê û hemû cîhan vê yekê ji nedîtî ve tên û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di şerê di navbera Îsraîl û Filîstînê de qirkirinek pêk hat. Em wek rêxistina jinan li dijî zihniyeta Hamasê ne û piştgiriya gelê Filîstin û Xezayê dikin. Şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de bi şer çareser nabe divê bi demokrasî çareser bike. Zihniyeta Hamasê çawa bû, îro zihniyeta dewleta tirk jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha bû. Di êrîşên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de welatî, jin û zarokan zirarê dîtin. Em van siyaset û şêwazan şermezar dikin. Em bang li her kesê dikin em wek gel li dijî şer in, em azadî û demokrasiyê dixwazin. Em wek rêxistina jin piştgirî didin gelê Filistînê ku di tevgerên jinan ên Filîstînê re em jî kar dikin. Şêwazê Hamas dimeşîne, îro Erdogan jî wê şêwazî dimeşîne û xwedî eynî zihniyetê ye. Em êrîşên dewleta tirk qebûl nakin û em ê li hemberî zihniyeta dewleta tirk têbikoşin. Ji bo guhertina vê zihniyeta qirkirinê em ê li ber xwe bidin û kar û xebatên xwe bimeşînin.”

‘Dewleta Tirk êrîşî şoreşa jinê dike’

Menal Mihemed destnîşan kir ku dewleta tirk êrîşî doza azadiyê dike û wiha pêl da gotinên xwe: “Weke rêxistina jin di vê demê de me di gelek însiyatîfan de cihê xwe di asta cîhanî û Rojhilata Navîn de girtiye. Em heta niha jî sûcên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî mirovahiyê tên kirin dixin dosya û nameyan amade dikin da ku bişînin rêxistinên jinan û cihên eleqedar di asta navneteweyî de. Em di nava van însiyatîfan de bi navê dîplomasiyê cihê xwe digrin, li ser wê bingehê em kar û xebatan dikin û têkoşîna xwe dimeşînin. Bangawaziya me ji saziyên mafên mirovan, rêxistin û tevgerên jinan re ew e ku piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistan ku bi şoreşa jinan tê naskirin bikin. Dewleta tirk dixwaze bi zihniyeta baviksalarî şoreşa me û destkeftiyên me têk bibin. Îro jin doza azadî û demokrasiyê dikin lewma dewleta tirk êrîş dike.”

‘Em hêza xwe ji gel digrin ji ber ku bê gel têkoşîn nabe’

Menal Mihemed herî dawî bang li gel kir ku asta berxwedanê li dijî êrîşan bilind bikin û wiha bi dawî kir: “Em hêza xwe ji gel digrin û bê gel em nikarin têkoşînê bimeşînin. Sekn û çalakiyên gel li hemberî êrîşên dewleta tirk bersiva herî mezin e ji dewleta tirk re. Banga me ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ew e ku têkoşîna xwe li dijî êrîşan berdewam bikin. Ne teyare û ne jî êrîşên dewleta tirk li hemberî binesaziya me, tu caran me lawaz nake û wê têkoşîna me mezintir be. Me bi hezaran şehîd dan û em dev ji doza xwe bernadin. Em ê li kêleka hêzên xwe bin û her ku biçe siyaset û karê me xurt bibe. Gelê me cihê hêz û baweriyê ye lewma em ê li ser wê esasî têkoşîna xwe mezin bikin. Em di siyaset û dîplomasiya xwe de gel esas digrin lewma em ê bi gelê xwe re têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin.”