Li dijî êrişan kampanya îmzeyan: Ji çar hêlê cîhanê beşdar bûn

Berdevka Platforma Dîplomasiya Civakî Nûrşan Hisên a li ser kampanyaya îmzeyan a li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî, anî ziman ku kampanya didome û got ji çar aliyê cîhanê beşdarbûna kampanyayê çêbûye.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encamê de 2 jê zarok 48 kes jiyana xwe ji dest dan, binesaziya herêmê hat rûxandin Platforuma Diplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 22 saziyên civaka sivîl kampanyayek bi navê “Şerê li dijî mirovahiyê bidin sekinandin” da destpêkirin. Berdevka Platforuma Dîplomasiya Civakî Nûrşan Hisên têkildarî kampanyayê axivî.

Êrişên tên kirin sûcên şer in

Nûrşan Hisên bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û anî ziman ku armanca êrîşan ew e ku jiyana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li ser sîstema demokratîk û alternatîf hatiye avakirin, pûç bike û biçewisîne. Nûrşan Hisên ya got dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide jiyana komînal a bi Şoreşa Jin re jiyanî bûye ji holê rake û li ser vê bingehê polîtîkayên guhertina demografyayê pêk bîne wiha got, “Ev kiryarên qirêj ên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin di zagon û prensîbên navneteweyî de nayên qebûlkirin, ev sûcên şer in.”

Bi beşdariya 22 saziyan kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

Nûrşan Hisên bal kişand ser kampanyaya komkirina îmzeyan a li dijî êrişan û anî ziman ku 22 saziyên civaka sîvîl di kampanyayê de cih digrin. Nûrşan Hisên wiha domand: “Di 8’ê Cotmehê de daxuyaniyeke hevbeş ji aliyê 22 saziyên civaka sivîl ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat dayîn û tê de bangewazî li civaka navnetweyî, kesayetên famînîst, sosyalîst, anarşîst, ekolojîst û dostên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat kirin ji bo ku li hember êrîşan helwest nîşan bidin û bêdeng nemînin.”

Ji çar aliyên cîhanê beşdarî kampanyayê bûn

Nûrşan Hisên anî ziman ku ji çar aliyên cîhanê beşdarbûna kampanyayê çêbûye û wiha got: “Di encama wê daxuyaniyê de di 9’ê Cotmehê de kampanyayek ji aliyê me ve wekî Platforuma Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin. Kampanya navneteweyî ya komkirina îmzeyan di bin sernavê “Şerê li dijî mirovahiyê bidin sekinandin” bi sê zimanan Îngilîzî, Portekîzî û Îspanî hat parvekirin. Gelek tevger û rêxistin ji Latîna Amerîka, Hindistan, Çîn û Ewropayê bi giştî, Rojhilata Navîn û Kurdistanê beşdarî vê kampanyayê bûn. Di vê kampanyayê de gelek îmze hatin komkirin.”

‘Li ser malpera kampanyayê jî êriş çêbû’

Nûrşan Hisên destnîşan kir ku li dijî kampanyaya hatiye destpêkirin dewleta Tirk êriş pêk aniye û got:  “Dewleta Tirk êrîşeke dîjîtal li ser vê kampanyayê pêk anî. Xwest malpera kampanyayê xirab bike lê heta niha ev kampanya berdewam dike. Em ê berdewamiya kampanyayê ji bo sê rojên din jî ji nû ve ragihînin piştî çareserkirina pirsgirêka teknîkî.”

Banga beşdariya kampanyayê

Nûrşan Hisên a got “Encamnameya vê kampanyayê dê bi nameyeke vekirî ya hevpar ji Neteweyên Yekbûyî û aliyên ku di warê mirovî, zagonî û huqûqî de berpirsyariyê dikin re bê şandin” wiha axaftina xwe bidawî kir: “Ev jî dikeve çarçoveya zextê li ser civaka navdewletî ku êdî ew jî helwest nîşan bidin li hemberî êrîş û kiryarên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”