KJAR: kuştina Nîlûfer rûyê rastîn ê sîstema kujer eşkere dike

Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) diyar kir ku kuştina Nîlûfer Mojawar ne bûyereke cuda ye, lê belê parçeyek ji tundiya rêxistinkirî û sîstematîk a desthilatdariyê ye. KJAR'ê bang li civaka Kurdistanê kir ku li dijî vê yekê bêdeng nemînin

Navenda Nûçeyan – Piştî ku jina bi navê Nîlûfer Mojawar a 27 salî ya ji xelekê Pîranşarê ye, ji aliyê hêzên Îranê ve hat revandin rastî tundiya fîzîkî û destdirêjiyê hat, bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Ji ber giraniya birînên wê, mejiyê wê mir. Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) têkildarî mijarê daxuyaniyek da.  KJAR destnîşan kir ku ruhê Nîlûfer Mojawar rûyê rastîn ê tundiya sîstematîk a li dijî jinan û têkçûna avaniyên parastina jinan û rûmeta jinan eşkere dike. Her wiha KJAR’ê her cûre tundiya li dijî jinan şermezar kir û daxwaz ji civaka Kurdistanê kir ku li dijî qetilkirina jinan rawestin.

Helwesta li hemberî sîstema mêrsalar û qetilkirina jinan

Di destpêka daxuyaniya KJAR’ê de ev hat ziman ku: “Di demekê de ku em ber bi salvegera şehadeta Jîna Emînî û destpêka Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li Kurdistan û Îranê ve diçin, nûçeya xemgîn a qetilkirina Nîlûfer Mojawar a ku bi awayekî hovane hatibû îşkencekirin û xwîn rijiyabû ser mejiyê wê, me bihîst. Vê yekê rê li ber xemginiyeke mezin a civaka Kurdistanî û bi taybetî jî tevgera jinan û hêrseke girseyî vekiriye.

Doza Nûlîfer ne bûyereke cuda û kêm e, lê belê parçeyek ji pêkhate û wêneyeke mezintir a tundiya rêxistinkirî û êrîşa sîstematîk a li ser jinan e. Êrîşeke ku rehên pergala mêrsalarî ya hezar salan û teoriya ‘xwedîderketina bedenî’ lê kom bûne; bedena jinê wekî cihê operasyonên desthilatdariyê dibîne. Her çend bihîstina nûçeyên îşkence û qetilkirina jinan di civaka me de ne tiştekî ecêb be û li hemberî vê yekê têkoşîneke domdar hebe jî, ev tundî êdî ne tenê berhema normên kevneşopî ye. Lê belê rojane bi awayekî hovane, sîstematîk û bêpar ji her nirxeke exlaqî û mirovî zêde dibe.”

Zêdebûna amaran û tevliheviya krîzan

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku: “Amarên fermî, diyar kirin ku tenê di meha Tebaxê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêdetirî 20 jin hatine kuştin. Ev hejmar nîşaneyên xeternak ên zêdebûna asta tundiya giran a ku jin pê re rûbirû dimînin, nîşan dide. Tevliheviya xizaniya çandî, nijadperestî, zayendperestiya civakî û sîstema dewletê ya ku bi krîza aborî, ewlehî û encamên siyasî yên şer ve girêdayî ye, ji aliyê Komara Îslamî ve jîngeheke aloz afirandiye ku tê de tundiya li ser jin û zarokan dibe amûra hilberîna serketinê di asta giştî de.”

Dema ku jinek tê kuştin rûmeta mirovahiyê û azadiya jiyanê tê hedefgirtin’

KJAR’ê tekez kir ku: “Ji ber vê yekê, tundiya li dijî jinan nayê wateya sûcekî ku tenê ji aliyê civakî, aborî û siyasî ve bê nirxandin. Ev tundî, berhema yekser a têkiliyên neheq ên desthilatdariyê di nav pergaleke mêrsalar de ye. Pergaleke ku bi rêya yasa, saziyên fermî û îdeolojiya desthilatdariyê, ne tenê tundiyê rewa dike, di heman demê de mekanîzmayên xwe yên ji nû ve çêbûnê jî didomîne. Tundiya fizîkî, derûnî, fikrî û kuştina jinan, ne tenê ziyanê dide takekes, di heman demê de destdirêjiyeke rasterast e li ser ewlehiya derûnî, çandî û têkiliyên civakî yên tevahiya civakê. Dema ku jinek tê îşkencekirin an jî kuştin, rûmeta mirovahiyê û azadiya jiyanê li seranserê civakê tê hedefgirtin.”

Banga ji bo xweparastina cewherî

Di daxuyaniyê de KJAR bang li tevahî jinan kir ku modelek berfireh ya xweparastina cewherî pêşbixin û wiha dawî li daxiyaniya xwe anî: “Em weke Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê, di wê baweriyê de ne ku yekane rêya rûbirûbûnê û hilweşandina vê pergala desthilatdar û kujer, pêşxistina modeleke berfireh a “xweparastina cewherî” ye ku di warên fikir, raman, perwerdehiya civakî, guhertina zayendiya nêrsalarî û rêxistinkirina gel de tê meşandin. Em her cure binpêkirin û tundiya li dijî jinên li Kurdistan û Îranê bi tundî şermezar dikin. Em daxwaz ji wijdanê hişyar û civaka Kurdistanî dikin ku li hemberî kuştina jinan bêdeng nemînin û wekî erkeke exlaqî û siyasî, li hemberî pergala kuştinê, jiyaneke watedar biparêzin.”