Li Derneyê Xwepêşandan: Divê rayedar hesab bidin

Li Derne ya ku lehiyê wêraniyeke mezin pêk anî cara ewil çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Bi sedan xwepêşanderan bang li rayedaran kirin ku hesab bidin.

Navenda Nûçeyan - Bahoza "Daniel" û barana ku li Deryaya Navîn bi bandor bû, di 10’ê Îlonê de li bajarên Bîngazî, Beyda, Merc, Sûse û Derne yên rojhilatê Lîbyayê veguherî karesatê. Her çend beriya niha hatibû diyarkirin ku di karesata lehiyê ya ku bi hezaran kes tê de winda bûn de hejmara miriyan ji 11 hezarî zêdetir e jî hêj hejmarên zelal nehatine eşkerekirin.

Li Derneyê çalakiya protestoyî

Karesata lehiyê li Derne ya ku 90 hezar nifûsa wê heye wêraniyeke mezin pêk anî. Li Derne ya ku çaryeka wê wêran bû, piştî lehiyê li bajar cara yekem xwepêşandanek hat lidarxistin. Bi sedan kesên ku li ber Mizgefta Sehabe kom bûn, rayedarên ku di nav de Serokê Meclisa Nûneran a Lîbyayê Akile Salih jî hebû protesto kirin û xwestin ku hesab bidin.

Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku hikûmetên li Tobrûk û Trablûsê nekarîn qeyranê bi rê ve bibin û ji bo hilweşîna bendavan lêpirsîneke lezgîn bê kirin. Xwepêşanderên ku ji bo karesata lehiyê lêpirsînek navneteweyî xwestin bê  kirin, daxwaza "ji nû veavakirina di bin çavdêriya navneteweyî de" kirin.

Banga yekîtiya neteweyî dikin

Xwepêşanderan bi dirûşmeyên wek "Akile, em te naxwazin! Hemû Lîbya birayên hev in!"  banga yekitiya neteweyî li welatekî ku ji aliyê siyasî ve ji aliyê zêdetirî 10 salan pevçûn û kaosê hatiye perçekirin, kirin.

Mala şaredariyê hat şewitandin

Xwepêşanderan agir berdan mala Abdulmenam El-Gaithi ku di dema lehiyê de Şaredarê Derne bû. Hiçem Ebû Çkîûat, yek ji wezîrên hikûmeta Tobrûkê ragihand ku Ebdulmenam El-Geîsî ji erka xwe hatiye dûrxistin. Her wiha serokwezîr Usame Hemed ragihand ku hemû endamên meclîsa şaredariya Derneyê ji kar dûrxistiye û sewqî lêpirsînê kiriye.