Li Dêrezorê mayîn teqiya: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan 2 jî birîndarbûn
Li Dêrazorê mayîn bi zarokan ve teqiya, 2 zarokan jiyana xwe ji destdan 2 jî birîndarbûn.
Dêrezor- Li nêzî gundê Behra yê rojhilatê Dêrazorê mayînek a bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê bi komek zarokan ve teqiya. Di encamê de zarokê bi navê Şihab El-Hemed ê 3 salî û birayê xwe Nazil El-Hemed ê 2 salî jiyana ji dest dan, zarokên bi navê Emel Îsamîl El-Zewab û Meşan El-Hemed bi birîndarî rakirin nexweşxanê.