Li Dêrezorê jinek hat qetilkirin

Li bajaroka El Sehba ya Dêrezorê cenazeyê jinek serjêkirî hat dîtin.

Navenda Nûçeyan – Welatiyên bajarê Dêrezorê li gundewarê rojhilat cenazê jina bi navê Wedîa Serhan El-Salih serjêkirî dîtin. Ew koçberek ji gundê Cedîd Begara yê girêdayî bajarê Meyadîn e û li bajarokê El-Sebha yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê dima. Cinazeyê wê li jêrzemîna xwaringeha Abu Hadî li bajarokê El-Sebha hate dîtin.
Li gorî hin çavkaniyan, ev jin bi lêdana kêran hatiye kuştin û serê wê ji laşê wê hatiye qutkirin. Heya neha jî, kê ew kuştiye û sedemên tawanê hîn nehatiye diyar kirin.