Li Dêrezorê 3 jin hatin qetilkirin
Li gundewarê başûrê Dêrezorê 3 jin di dema komkirina kivarkên çolê de ji aliye hinek kesên nenas ve hatin qetilkirin û gelek jin jî birîndar bûn.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/03/20240314-20240314-image-870x-65f30e73dfb42-jpgb106a1-image-jpgbb6670-image.jpg)
Dêrezor - Li gundewarên başûrê Dêrezorê 3 jin di dema komkirina kivarkên çolê de ji aliye kesên nenas ve hatin qetilkirin û gelek jin jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku muhabîrên me yên Erebî ; 3 jinên ku li Taxa Teb El Core ya navçeya Dêra Zorê dijîn hatin qetilkirin. Hate hînbûn ku cenazeyên jinan ên li gûndewarê navçeya El Başarî ya dikeve başûrê rojavayê bajêr e hîn jî nehatine girtin.