Li Derbendîxanê jinek 23 salî dawî li jiyana xwe anî

Li Derbendîxanê jinek ciwan a 23 salî ji ber sedemên nayên zanîn agir bi bedena xwe xist û ji jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Li gundê hurên ê ser bi başaroka Derbendîxan a Silêmaniyê ya Başurê Kurdistanê jinek ciwan a 23 salî xwe şewitand. Ji ber ji sedî 70 laşê wê şewîtîbû, piştî sê rojan li beşa lezgîn a nexweşxaneya Silêmaniyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan Rojnewsê ev jina ciwan demekbû nexweşa derunîbûye û gelek caran hewla xwekuştinê kiriye, her carê malbat pêhesiyaye û nehêlane. 
Çavkaniyek jî bi bîr dixwe ku di roja berê de mehvanên vê malbatê hebûn, malbatê ne dikarî çavdêrî li ser keça xwe bikin. Ji ya malbatê ve li derveye ne dizanin ku gaz bi laşê xwe de kiriye û xwe şewitandiye. Li gora behs dikin jî qet pirsgirêkek yên vê malbatê nebûne.