Li Dêra Katolîk şerma 70 sal an: Li hemberî 216 hezar zarokan îstîsmara zayendî
Dema ku hat ragihandin di 70 salên dawîn de 216 hezar zarok ji hêla rahîb û karmendên Dêra Katolîk ve rastî destdirêjiya zayendî hatine, Serokê koma mexdûrên destdirêjiyê ya La Parole Libérée François Devaux got: "Divê hûn hemû berdêla van sûcan bidin.”
Navenda Nûçeyan- Komîsyona serbixwe ya îstîsmara zayendî ya zarokan ku 70 sal in li Dêra Katolîk a li Fransayê tê jiyîn lêkolîn dike, rapora xwe duh weşand. Di rapora ku tê de gotin di navbera 1950 û 2020’an de, bi giştî 115 hezar rahîb û karmendên Dêra Katolîk a Fransayê, di navbera 2 hezar 900 û 3 hezar 200 kes li dijî zarokan îstîsmara zayendî pêk aniye wiha hate gotin: "Dêra Katolîk ji derveyî malbat û hevalan cihê ku herî zêde belavbûna tundûtûjiya zayendî ye.” Di raporê de hat gotin ku Dêra Katolîk ji bo ku xwe wekî saziyek biparêze bi rengek bêrehm li mexdûrên destdirêjiyê mêze dike.
"Ji sedî 4’ê şîdeta zayendî li dêrê pêk hatiye"
Serokê Komîsyona Serbixwe ya Îstîsmara Zayendî li Dêrê (CIASE) Jean-Marc Sauvé, ku li ser mijarê civînek çapameniyê li dar xist, diyar kir ku ji sedî 4’ê şîdeta zayendî ya li Fransayê li dijî zarokên ku di dêrê de ne û destnîşan kir ku piraniya şîdetê di navbera 1950 û 1968 de hat jiyîn. Jean-Marc Sauvé diyar kir ku pirsgirêk îro jî didomin û got: "Pirsgirêk ne li pişt me ye, hîn li vir e.”
“Ji bo mirovahiyê şermek”
Serokê koma mexdurên destdirêjiyê La Parole Libérée François Devaux, di civînek çapameniyê de got ku nûnerên dêrê "ji bo mirovahiyê şermek e". François Devaux ji mirovên dîndara re, berî ku hevokê dubare bike, peyvek hêdî bilêv kir û got, "Divê hûn hemû berdela van sûcan bidin. Di vê dojehê de bi dehan sûcên hovane hene ... îxanetek hebû: îxaneta baweriyê, îxaneta exlaqê, îxaneta li zarokan, îxaneta li bêgunehiya gelê xwe, îxaneta mizgînê, xiyaneta li eslê xwe. peyam, ji her tiştê re îxanet."