Li Colemêrgê dema binçavkirina 24 kesan hat dirêjkirin

Dema binçavkirina 24 kesên li Colemêrge di dema serdegirtina malan de hatin binçavkirin 4 rojan hat dirêjkirin. Hat zanîn ku Fatma Bulut a nexweşiya tansiyonê pê re heye di dema binçavkirinê de rakirine nexweşxaneyê û pirsgirêkên wê yên tendirustiyê hene.

Navenda Nûçeyan- Li navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê yên girêdayî Colemêrgê di sibeha roja 15’ê Tebaxê de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de Dayikên Aştiyê jî di nav de 20 jê jin 24 kes hatin binçavkirin. 

24 kesên ku hatine binçavkirin li Muduriyeta Emniyeta Colemêrgê hê jî kar û barên wan ên îfadeyê nehatine destpêkirin û li gorî agahiyan dema binçavkirina wan hatiye dirêjkirin. Li aliyê din Fatma Bulut a nexweşiya tansiyonê pê re heye hatiye binçavkirin du caran rakirine nexweşxaneyê, hat zanîn ku 3 caran ji bo mudaxeleyê gazî ambûlansê kirine. Serlêdana parêzerên ji bo destpêkirina kar û barên îfadeya Fatma Bulut ji aliyê dozgeriyê ve hat redkirin.

Li Colemêrg û navçeyên wê navê kesên hatine binçavkirin wiha ye:

Faysal Açar, Sadet Degîrmencî, Basrî Gur, Emîne Ozdemîr, Ayhan Dayan, Duriye Bor, Emîne Ozdel, Fatma Bulut, Ferîde Agrali, Hasret Fendîk, Hamail Vural, Hêvîdar Shaban Alî, Hunaf Safalî, Mahsuna Akin, Munîre Bayram, Sabriye Urek, Seher Karagoz, Suheyla Saygi, Zahferan Çagla, Zeynep Tokçu, Kafiye Canan, Îsmail Ertunç, Halîme Yilmaz û Senia Geylan.