Li Cizîra Botan çima her tişt zindî ye?
Cizîra ku bi çiyayên Cûdî û Gabar te pêşwazî dike, asoyên kûr û dûr diafirîne, bi dîtina cih û kolanên wê yên dîrokî hestên nû bi te re çêdibin. Duh, îro û sibê dibin yek û te ber bi nepenîtiyan ve dibin.
DÎLAN AYDIN
Cizîr – Di rojeke biharê, demsala kewn û kemalê de me berê xwe da Cizîra Botan; warê qedîm, wargeha pîroziyan û xwedî nasnameya Kurdistanî. Tu xwe di nava rêwîtiya sedsalên borî, niha û pêşerojê de dibînî.
Bajarê ku Dîcle di nav de derbas dibe; bi Cûdiyê Miradan, Gabarê Egîdan, deryaya helbestan Melayê Cizîrî û evîna bêdawî ya Mem û Zîn; xwedî gelek taybetmendiyên Kurd û Kurdistanî ye. Dema tu Birca Belek, kelehên li derdora mala Bedirxaniyan û mala wan, Medreseya Mîr Ebdal, Medreseya Sor dibînî; xwe di nava deryaya şanaziya Kurd û Kurdistanî de hîs dikî. Her tişt wisa zindî ye ku tu dibêjî qey dem, derbas nebûye, her tişt li cihê xwe ye. Tu têdigihîjî ku Cizîra Botan ji bo Kurdbûnê ‘warê bêdawî’ ye. Cihê pêkhatina xewn û xeyalan, keştiya rêwiyên ku şopa xwe di dîrokê de hiştine ye.
Dîrok bi îro re yek e, zindî ye
Cizîra ku naşibe tu derê, heta tu bibêjî xweser, resen, şirîn, bedew û kurdewar e. Bi mêvanperwerî, mazûvanî û hestên neteweyî te pêşwazî dike, tu xwe li cihekî ku mirov dikare bibêje; ‘gihîştina xewn û xeyalan’ dibînî. Dîrok bi îro re yek e, zindî ye, bi şûnwar û şêniyên xwe bi te re diaxive.
Darên palmiyeyê, beybûnên rengereng, gulên mihemmedî, gelek cureyên kulîlkan ji nava goristan, bexçeyên malan û li derdora keviyên Dîcleyê, bajar dixemlînin, dîmenên bêhempa diyarî te dikin. Dema tu wan dibînî fam dikî çima Melayê Cizîrî ewqas îlham girtiye, li ser dar û ber, berbang, kulîlk û stêrkan bi sedan riste nivîsandine.
Bi kevirên Medreseya Sor çav û dilê xwe ronî kirin
Bi dîtina Cizîrê her çendî kêfxweş dibî jî; ji aliyekî ve dikevî nava xemgîniyeke kûr. Cizîra ku bi sedsalan xweser, kurdewar û Kurdistanî maye, gelek caran êrîş û kemînên dijminan vala derxistiye, li ser xwe maye, hebûn û rûmeta Kurdistanî parastiye lê ber bi dawiya sedsala 19’an ve bi dek û dolabên Osmaniyan hatiye dagirkirin! Qesr û qonax, birc û keleh bi êrîş û topan hatine dagirkirin! Dema li wan birc û kelehên ku hatine wêrankirin dinêrî; ji xwe pirsa ‘Xwedê dizane çi heye di nava van bircên ku bi sedsalan xwedîtî ji Cizîra Botan re kirine’ tê ser zimanê tê. Dema li wê kompleksa mezin dinêrî ji xwe dipirsî bi meraqek mezin û dikevî rêwîtiyeke dîrokî lê nikarî bigihîjî bersivan.
Warê xwedî nasname û rêveberiya Kurdistanî, dergûşa wêje, çand û ziman, her çendî bi êrîşên hovane yên Osmaniyan, di dawiya sedsala 19’an de derbên mezin xwariye, war û kelehên rêveberiyê hatibin dagirkirin jî; tu carî ji aliyê manewî ve nehatiye dagirkirin! Şêniyên Cizîrê bi girêdana xwe ya bi dîrok, çand û ziman re mîrasa bi sedan salan parastin, rê nedan dagirker bikevin malên wan, bi jehra xwe dil û mêjiyê wan qirêj bikin. Rê nedan bişavtinê, xwe bi risteyên Mela, Mem û Zîna Xanî pak û xweşik kirin, bi kevirên Medreseya Sor çav û dilê xwe ronî kirin, nehiştin bîra wan tune bibe, dîrok û îro ji hev veqetin.
Cûdiyê Miradan…
Gelo li Cizîra Botan çima her tişt zindî ye. Tu diçî li ku mirovên zindî, bi axaftina li ser dîrokê dibînî. Ew hem şahid in hem jî wê şopa sedsalan didomînin. Wisa xweser û bêhempa ye ku rehên wê yên ji dîrokê ve heta îro hatine, bi kevneşopiyên neteweyî, bawerî û girêdana bi nirxan re xwe didomînin. Şêniyên wê, berêvarê diçin ser Çemê Dîcleyê, berê xwe didin Çiyayê Cûdî dua dikin. Sedema ku ji Cûdî re dibêjin Cûdiyê Miradan jî ew e. Dema ku min ji jineke extiyar pirsî çima dibêjin ‘Cûdiyê Miradan’ got: “Bi sedan salan e Cizîrî berêvarê diçin ser çem berê xwe didin Cûdî û dua dikin. Dûre destê xwe li avê didin li rûyê xwe dikin. Her kes li gorî daxwazên xwe dua dike. Duayên gelekan qebûl dibin loma em jê re dibêjin Cûdiyê Miradan.”
Ji nav hucreyên wê, bêhna dîroka sedsalan tê
Cizîra ku çend sal berê ji mal û kolanên wê dengê Kurdî dihat, her kes bi Kurdî diaxivî, niha aşê bişavtinê xwe wekî marekî veşarî berdaye nava mal û kolanên wî. Bi polîtîkayên şerê taybet, bi planên tunekirinê re rûbirû ye. Medreseya Sor ku girêdayî tu derê nebû niha di destên hinek aliyan de ye, dema dikevî hewşa wê dîmenên cuda dibînî lê ji nav hucreyên wê, bêhna dîroka sedsalan tê. Dema bêdeng dibî û guhdar dikî van risteyên Mela dibihîsî: “Ey şehînşahê muezem heq nîgehdarî te bî/sûreya înna fetehna li dor û madarê te bî/Daîma menzîlgeha sûra te bit Birca Şeref/taliê ferxende û bextê seîd yarê te bî.”
Ez dibêjim; duayên Melayê Cizîrî qebûl bûne û Cizîr tevî hemû tofan, êrîş, dagirkerî û planan li ser xwe maye dê ji niha û pê ve jî li ser xwe bimîne.