Li cihê ku Gulistan Tara û Hêro Bahadîn lê hat qetilkirin lêkolîn nekirine

Derket holê ku li cihê ku rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, tu lêkolînek nehatiye kirin.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê bi SÎHA’yê rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn qetil kir. Ajokarê wesayîtê Rêbîn Bekir jî birîndar bûbû.

Li gora nûçeya di ANF’ê de cihgirt; Rojnamevanên ku bi wesayîta ayîdê Chatr Produksiyon ji bo kişandina bernameyê di saetên siharê de ber bi herêma Hewraman ve bi rê ketin, di dûrahiya 52 kîlometere ya ji navenda Silêmaniyê li gorî saeta herêmî di derdora saet 10.30-11.00’an de li herêma Tepê Reş bûn hedefa SÎHA’ya dewleta Tirk. Dema bûyer qewimî wesayîta Gulistan Tara, Hêro Behadîn û Rêbîn Bekir li piştê, li pêşiya wan jî wesayîta ku ji aliyê xebatkarê Produksiyona Chatr Keser Buldan ve dihat ajotin, hebû. Wesayîta Gulistan Tara û Hêro Behadîn, bû hedefa destpêkê ya SÎHA’yê. Wesayîta li pêşiyê ya ji aliyê Keser Buldan ve dihat ajotin jî, bû hedefa duyemîn a SÎHA’yê. Mesafeya di navbera her du bombebaranan de jî nêzî 500-600 metre bû. Piştî wesayîta di bin kontrola Rêbîn Bekir de bû hedef, Keser Buldan bombebaran di neynika wesayîtê ya singî de dît û ji bo alîkariyê bide hempîşeyên xwe pê li frenê dike û manevra dike. Bi vî rengî bi şansî ji bombebarana duyemîn rizgar dibe.

Belgeyên li cihê bûyerê nehatine rakirin

Tîma ANF hedîtinên şandeya ku piştî êrîşê 45 rojan, bi banga Înîsiyatîfa Rojnamevanên Kurdistan û ROJIN’ê ji Ewropayê çûyî Silêmaniyê,şopand. Li gel şaneyê serdana cihê bûyerê kirin, şandeyê li cihê bûyerê parçeyên erebeya ku hatî hedefgirtin tesbît kir. Asayîşa herêmê derbarê piştî bûyerê de lêkolîn kirine nûçe û wêne servîs kiribûn, lê belê şande û rojnemvanên ku serdana herêmê kirin, li cihê bûyer lê hatî jiyîn de çavdêrî kirin ku parçeyên erebê 250-300 metre dûrî cihê bûyerê hê ne hatibûn rakirin.

Rojnamevan Emma Audrey bi gotina, “Li vê derê lêkolîn li cihê bûyerê nehatiye kirin.” Alice Magar jî bi gotina “Nayê bawerkirin” bertek nîşan dan.