Li Cezayîrê mamostayên jin rastî êrîşê hatin
Li Cezayîrê duh komek mêrên rupoş bi kêran êrîşî mamosteyên jin kirin. Pere, telefon û komputerên wan dizîn.
Cezayir – Duh komek mêrên rupoş bi kêran êrîşî mamosteyên jin ên li wilaya Edrar ku dikeve başûrê paytext Cezayîr kirin. Di êrîşê de mamoste birîndar kirin, telefon, komputer û diravên wan dizîn.
Koordînasyona Neteweyî ya Mamosteyên Perwerdehiya Seretayî li wilaya Edrar ev êrîşên dubare û tund ên li dijî mamosteyên jin şermezar kir. Koordînasyonê banga çalakiya li hemberî êrîşên ser mamostayan bidin despêkirin.