Li Cezairê li dijî Tundiyê projeya ‘Însiyatîfa Pencereya Yekgirtî’

Li Cezairê 8 komeleyên jinan ji bo bi jinên mexdûrên tundîtûjiyê eleqeder bibin û derketina torek bi bandor avabikin û li ser pirojeyek hevbeş di xebitin.

 NECWA RAHIM

Cezayir- 8 Komeleyên jin ên Cezaîr bi dirûşmeya ‘Tundîtûjiya beramberî zarokên keç û jinan bi dawî bibe’ projeyek hevpar ya bi navê ‘Însiyatîfa Pencereya Yekgirtî’ xistin meryetê. Komeleya piştgiriya jinên di rewşa zehmet de, Komeleya daxwazkirina mafên jinan a Cezaîrê, Komeleye Tharwat Fatima N’Soumer, Komeleya Women in Connection, Komeleya rojnegerên jin, tovê Aştiyê, bi bejdariya weqfa wekheviyê û yekitiya Timên xwecihî ya natewî û Nejm Network hurguliyên ku armanca xwedî li jin û zarokên mexdûrên tundîtûjiyê derbikevin bi daxuyaniyekê eşkere kir.  Di daxuyaniyê de bal kişand ser kapmanya navenda lêkolîna Antropolojîk (CRASC), ji jinên ku bejdarî kampanyayê bûn herî kêm ji sedan 6’ê wê di sala 2022’an de rastî tundîtûjiyê hatine.

Çalakvana femînist li gel weqfa wekhevî û seroka weqfa yekitiya tîma xwecihî ya netewî Nadia Ait Zai aşkira kir ku rayedarên Polîsan 3 hezar û 809 jin rastî êrîşa fizîkî, 3 tundîtûjî bi mirin û birindarbûnê bi encam bûn, 27 qetilkirin, 3 hewla qetilkirin, 47 jê  tundiya enseset û zayendî, 1 jê tundîya aborî û 11 mirov ji revandinê hatine. Zêdeyî 5 hezar 792 ji ber nêzîkatiyên xirab gilî kirine. 

‘Wê têkoşîna yekitî hîn zêdetir were dîqat kirin’

Nadia Ait Zai da zanîn ku ew balê didin ser pirsgirêkên jinên ku di nava malê de rastî tundiya zayendî û fizîkî tê û got: “Ji ber ev şibaka yekitiyê, giliyê jinan di heman rojê de digihînin û prosuduran çêdikin û serlêdanên mexdûran di saziyên civakî de ji aliyê endaman ve tên raporkirin.”

 Ev dû sale di xebitin

Seroka Komeleya daxwaza mafê jinên Cezaîrê dike Fatima Boufneq da zanîn ku hewl didin di navbera Derketina Yekitiya pencereyan û  komeleyan de torek bi bandor ava bikin û got: “Xebatên pirojeyê beriya dû salan destpê kir. Xebatên qadan, girtin û dayîna fikir, belgeyên ku hatine amadekirin divê pêvajoyê de bi awayek aktiv xistin meryetê. Ji bo avakirina sîstemek piştgiriya têkoşîna tundîtujiya berameberî jin û zarokên keç de pêwîstî bi fikrê kolektif û yekitiya daxwazê heye.”

Di gelek qadan xebat tê meşandin

Fatima Boufneq destnîşan kir ku di çarçoveya projeyê de plan dikin ku malên şopandina tundîtjiyê ava bikin û wiha got: “Li welayeta Mostaganem de ji bo navendek dûem ya qebûl were vekirin, polîsa tabanê daneyan cardin rêk û pêk bikin û belav bikin. Ji aliyê Xeta kesk û muduryeta xebatên civakî bîra îdarî tabana dane ya ‘Aman’ pêkbîne, bi navbeynkariya komeleyên bejdarbûn û xwespartin li ber organên darazê de şêwirmendiya psikolojik û ji bo dabinkirina refakatan xebat bidin meşandin.”