Li Bukanê teqîn: 4 kes jiyana xwe ji dest dan

Di teqîna ku li bajarê Bukan a parêzgeha Azerbaycana Rojava ya Îranê svahiyekê de pêk hat, 4 welatî jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Fikar hene ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.

Navenda Nûçeyan – Di teqîna duh êvarê de li bajarê Bukan a parêzgeha Azerbaycana Rojava ya Îranê  li apartmanekê de pêk hat, 2 jê zarok 4 welatî jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Birîndaran rakirin nexweşxaneyê. Di daxuyaniya ji aliyê Îskenderê Babahan Qeymeqamê Bûkanê hat kirin de hate diyar kir ku tê texmînkirin ku teqîn encama qeçaxa xeta xaza xwezayî pek hat.  Her wiha hat diyar kirin ku  tevahiya avahiya ku teqîn lê pêk hat û ji sedî 70 her du avahiyên li kêleka hev wêran bûne.

Qeymeqamê navçeyê ku diyar kir li avahiya hilweşiyayî xebatên lêgerînê dewam dikin, welatiyên di bin hilweşînê de bersiv didin telefonên xwe, lê ji zêdebûna hejmara miriyan jî bi fikar in.