Li Bozlarê gundiyan dibistanê veguherandin stargeh
Welatiyên li gundên çiyayî yên Bazarcixê dimînin, ji ber hewaya sar nikarin di konên ku hatine vedan de bimînin. Welatiyên ku li Bozlarê dibistana gund ji xwe re kirin stargeh, wiha bertek nîşan dan: “Dewlet me nabîne.”
Mereş - Li Bazarcixa ku yek ji navendên erdhejê ye, xebatên rakirina xirabeyan dewam dikin. Welatiyên ku wek navendên bajar hilweşandinên li gundan jî pêkhatiyê nikarin li malên xwe bimînin, li derve dimînin. Li hin gundan welatiyan ji ber derfetan li konan dimînin, li gundên çiyayî yên ku kon kêm tên dayîn û hewa sar e, gel bi keda xwe têkoşîna jiyanê dide.
Li gund gelek mal hilweşiyan
Li Gundê Bozlarê ku li herêma çiyayî ya navenda navçeyê cih digre jî, bi dehan mal hilweşiyan, yên li ser piyan manê jî xisar dîtin. Welatiyên ku ji ber xisarbûna malan li derve dimînin, dibêjin konên ji wan re tê dayîn jî ne têrkêr in. Welatiyên ku balkişandin ji ber sermayên qerisîner nikarin di konên heyî de jî bimînin û wiha dibêjin: "Me jî çareserî li mayîna pola dibistana gund dît.” Li gorî agahiyên ku li gundê piranî kal û pir û nexweş lê hene hatine vergirtin, ji ber erdhejê 12 kesan jiyana xwe ji dest daye.
'Em nikarin di konan de bimînin'
Elîf Cebeler a li gund dijî, tîne ziman ku bi rojane di rewşek perîşanî de ne. Elîf Cebeler, diyar kir ku ji ber hewaya sar nikarin di konên hatine vedan de bimînin û bi van gotinan balê dikşînê li ser zehmetiyên dijîn: “Erdhej ji nişka ve pêk hat, em bêyî tiştek li ser xwe bigrin derketin. Em rojek du rojan wisa hejiyan. Piştî ku erdhej sist bû, em cenazeyan ji binê xirbeyan derxistin. Li gund gelek mal hilweşiyan. Mala me niha xisar dîtiye, ji ber vê em nikarin bikevin malên xwe. Piştî wê rojê me dest bi mayîna li dibistana gund kir. Çend roj piştî erdhejê kon anîn, lê kon pir sar dibe, em ne bi roj û ne jî bi şev nikarin di konan de bimînin. Konên kêm hatine şandin, têra hemû kesê nake. Li konanên hatine vedan ne ez û ne jî zarok nikarin bimînin.”
Li dibistana gund dimînin
Elîf Cebeler a diyar kir piştî erdhejê perîşan bûne û nizanin çi bikin bi van gotinan tiştên dijî pare bike: “Ji ber vê em jî bi kal û pir, nexweş û hemû kesan re li polekî dibistana gund dimînin. Me rêzên xwendinê li kêleka hev rêz kir û kir nivîna razene, sobe pêdixin û wisa germ kir. Di polêkî de em 30-40 dibînin. Ango em niha perîşanin. Pirû kal, nexweş, hemû kes li wir e, em nizanin çi bikin. Cihê razanê nîne, ji ber vê 7 roj in em nikarin razên. Em nizanin çi bikin.”
‘Dewlet me nabîne'
Jineke din a li gund dijî jî, der barê pêvajoya diqewimê de wiha dibêje: “Gel li me dinêrin û piştgiriyê didin. Dewlet li me nanêre, dewlet me nabîne, dewlet konan nade me. Xwedê bela wî bide."