Li Bokanê jinek Kurd hat binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê binçavkirin û zextên li ser jinên Kurd berdewame. Hat gotin ku hêzên rejîmê li bajarê Bokan jinek Kurd a bi navê Befrîn Mehmudî bêy biryara dadwer binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê eşkere kir ku hêzên rejîma Îranê li bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê bêy biryara dadwer bi ser mala jina bi navê Berfîn Mehmudî de girtin û ew binçav kirin. Hat gotin ku Berfîn Mehmudî birin bajarê Urmiyeyê.

Li gor amarên Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê sala borî 474 welatî û çalakvanên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin.