Li Bokanê du xwîşk ji hêla rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

Du xwîşkên bi navê Hamîra û Şilêr Emînpur ku niştecihên Bokanê ne, hatin binçavkirin. Fikarên li ser zêdebûna zextên ewlehiyê yên li ser jin û çalakvanên civaka sivîl, ji ber binçavkirin û girtinan li Îranê zêde bûne.

Navenda Nûçeyan – Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, Hamîra Emînpur û Şilêr Emînpur, di 27’ê Gulanê de li Bokana herêma Rojhilatê hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê ketine malên wan, lêgerînên berfireh kirine û hin tiştên kesane ku di nav de telefonên destan û belge hene, desteser kirine.

Heta dema vê raporê, di derbarê sedemên girtina wan, rayedarê berpirsiyar, cihê wan, an jî sûcdariyên muhtemel ên li dijî wan de ti agahîyên zelal nehatine parvekirin. Her du xwişk jî nîştecihên Bukanê ne û Hamîra Emînpur bi xwe 50’î saliye. 

Zextên li ser jinan û çalakvanên sivîl her diçe zêde dibe

Di salên dawî de zextên li dijî jinan, çalakvanên sivîl, rojnamevan û nûçegihanan li Îranê bi girîngî zêde bûne, nemaze piştî xwepêşandanên "Jin Jiyan Azadî.” Di gelek rewşan de, dezgehên ewlehiyê serî li rêbazên wekî gazîkirin, binçavkirin, tomarkirina dozên sûc û sepandina sînorkirinên pîşeyî li ser jin û rojnamevanên çalak dane.

Di vê pêvajoyê de, hin rojnamevanên jin ji ber çalakiyên xwe yên medyayê, nûçeyên xwepêşandanan, an çalakiyên xwe yên medyaya civakî, hatine girtin. Yên din, piştî serbestberdanê bi gef, qedexeyên seferê, ji kar derxistin û zexta ewlehiyê ya domdar re rû bi rû mane.

Li gorî çalakvanên mafên mirovan, zêdebûna zextên li dijî jin û rojnamevanan beşek ji polîtîkayek e ku ji bo afirandina atmosferek tirsê û sînordarkirina herikîna serbixwe ya agahdariyê li Îranê ye. Ev pêvajo bi taybetî li bajarên Kurda yên wekî Bokan, Seqiz, Mahabad û Sine, dijwartir e.

Fikarên li ser rewşa girtiyan zêde dibin

Ji ber ku agahî li ser rewşa Hamîra û Şîler Emînpur nayê girtin, li ser şert û mercên wan ên girtinê, tenduristî û gihîştina mafên wan ên bingehîn, fikar zêde dibin.

Di gelek rewşên bi vî rengî de, girtî bi rojan an hefteyan di navendên ewlehiyê de têne girtin, têkiliya wan bi malbatên wan re nayê çêkirin. Parêzer jî nikarin xwe bighînin wan.

Rêxistinên mafên mirovan bi berdewamî bang li dawîanîna li girtinên kêfî, zelaliya derbarê rewşa girtiyan de û rêzgirtina li mafên bingehîn ên girtiyên siyasî û sivîl ên li Îranê kirine.