Li Beyrûtê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk’

Di komxebata “Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê” ya îro bi beşdarbûna hiqûqnas, akademîsyen û siyasetmedaran li paytexta Lubnan Beyrûtê dest pê kir de nîqaşên girîng hat meşandin.

Beyrût – Komxebata “Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê” ya ji aliyê Kongreya Federal a Daîm a Lubnanê ve bi hevkariya Komeleya Newroz a Çandê, Platforma Rojhilat a Pirreng, Demokrattia Novus Orao Seclorum û RESILIENT BEIRUT tê birêxistinkirin, îro li paytexta Lubnan Beyrûtê dest pê kir.

Ji 10 welatan beşdarbûn

Ji 10 welatên Rojhilata Navîn û cîhanê mîna Lubnan, Iraq, Tunis, Sûdan, Filistîn, Urdin, Misir, Afrîkaya Başûr, Îran, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê hiqûqnas, siyasetmedar û rewşenbîr beşdarî komxebatê bûne.

Di roja yekemîn ya komxebatê de axaftina vekirinê hat kirin. Piştre mijarên rûniştinên yekemîn û duyemîn hatin nîqaşkirin. Rûniştina yekemîn bi sernavê “Aloziya global û bandorên wê li Rojhilata Navîn” hat meşandin. Di rûniştinê de dê aloziya global, sedem û bandorên wê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka, bandora aloziyê li Lubnanê û rêbazên çareseriyê hatin nîqaşkirin. Her wiha pirsgirêka rêvebertiyê li Rojhilata Navîn hat şîrovekirin.

Komploya Navnetewî hat nîqaşkirin

Di rûniştina duyemîn a bi sernavê “Rêvebertiya gel û astengiyên li pêşiya wê” de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sedem û bandorên wê, rewşa heyî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û têkoşîna ji bo têkbirina komployê hatin nîqaşkirin.

Foza Yûsif:  Komxebat xwedî girîngiyekê dîrokî ye

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif derbarê girîngiya komxebatê de ji ajansa me re axivî. Foza Yûsif a destnîşan kir ku komxebata tê lidarxistin xwedî girîngiyekê dîrokî ye û wiha got: “Ji bo baştir guftûgokirina pirsgirêkên xwe, bi awayekê objektîf nîqaşkirina wan û peydakirina çareserî û riyên pêwist, komxebat girîng e û gelek nîqaşên girîng hatin meşandin. Di nîqaşan de hat destnîşankirin ku rêberên heyî yên di sedala 21’emîn de yan ji aliyê Rojava ve tên destekkirin an jî kesên bi vê awayê tên ferzkirin. Her wiha teqezî li ser vê yekê hat kirin ku rêberên gel li vê erdnigariyê timî bi kuştin û girtinan re rû bi rû mane. Bi heman awayê li ser Rêber Abdullah tecrîdek girankirî tê meşandin. Lewra tê dîtin ku tê westin bi vê awayê rêberên gel bên tasfiyekirin, da ku ji civakê re pêşengî neyê kirin.”

Ezmûnên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê

Foza Yûsif bal kişand li ser zextên li ser jinan tê meşandin û wiha pêl da axaftina xwe: “Di komxebatê de me teqez kir ku rêveberên heyî xwedî feraseta mêr in û feraseta wan ji çareserkirina pirsgirêka jinê dûr e. Di civakên me yên rojhilat û bi giştî li hemû welatên herêmê de tunebûn û biçûkxistina rola jinê heye. Bi ezmûnên me yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev yek hatiye piştrastkirin û îsbatkirin ku jin dikare civakan ber bi pergaleke baştir ve bibe.”

Pergala Hevserokatiyê

Foza Yûsif da zanîn ku di sîstema hevserokatiyê de û di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de li ser esasê wekhevî û nûneratiya dadmend beşdariya jinan ji sedî 50 heye û got, “Me piştrast kir ku ew mînakek e ku dikare li herêmê giştî bibe û ji vê ezmûnê sûd werbigire, ji ber ku rewş di navbera van welatan de wiha ye.” Foza Yûsif amaje bi wê yekê jî kir ku li Sûriyê, Lubnan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihêrengiya olî û mezhebî heye û gihiştina çareseriyên hevbeş û danîna stratejiyeke hevbeş ji bo çareserkirina kêşeyan her çend navên wan biguhere jî, lê esas yek e, ew jî avakirina ji bo pêşerojeke hevpar a li herêmê ye.

‘Pêdivî bi pergaleke nû heye’

Seroka Komela Beyrût El-Semûd û Endezyar Reşa Îtanî jî got: “Ji bo ku em bikaribin pêşbikevin û bigihêjin edalet û wekheviyê pêdiviya me bi pergaleke nû heye. Ji bo wekheviya zayenî û di navbera hemû pêkhateyên welat depêk were, hebûna jinê îro di nava xebata siyasî de pêdîviyek serekeye ger bi vê awayî ne meşe em nikarin bigiîhêjin armanca xwe. Ji bo xebatên siyasî bêyî ferq û cudahiya zayendî, em dixwazin xwe wek jin xurt bikin û piştgiriya hev bikin û karibin hemî jinan teşwîq bikin da ku karibin bigihin paşerojeke baştir."

Reşa Îtanî di berdevamiya axaftina xwe de balkişand ser rola jinên Rojhilata Navîn û wiha gotinê xwe domand: “Di warê demokrasiyê de em weke jin dikarin bi têkoşîna xwe mafên xwe bi dest bixin û îro li welatên Rojhilata Navîn xebatên li ser demokrasiyê tê meşandin hatina me ya vir jî ji bo demokrasî û wekheviya zayendan e."

Rewşa jinên Filistînî

Endama Federasyona Navdewletî ya Jinên Penaber û Koçber Faten Ez Ehmed ku ji Filistînê ye û li kampa Burc El-Berajneh li Lubnanê dimîne û daxwaza cîbicîkirina biryara 164 a ku mafê vegera Filistînê ye û got: “Em wek jinên Filistînî li Lubnanê du tiştan dikişînin. Ya yekem, em ji krîza aborî, bêkarî û jinên Filistînê ji axa xwe dur ketin dixwazin zarokên me ji welatê ku em jê hez dikin mezin bikin." Faten Ez Ehmed  diyarkir ku her tim li ser gelê Filistînî yên ku li Lubnanê dijîn, atolye û dersan organîze dikin û wiha pê de çû: "Weke penaber mafên me yên sivîl tên binpêkirin, lewma em bang li civaka navneteweyî dikin ku zêdetir girîngiyê bidin mijara penaberên Filistînî daxwaz dikin ku vegerin welatê xwe. Ez ji bo gihandina dengê Filistîniyan û daxwaza mafên penaber û jinên derbider ên li cîhanê tevlî beşdarî vê platformê bûme.”

Komxebat di roja yekemîn de bi stanên hûnermend Mizgin Tahîr bi dawî bû. Hêjayî bibîrxistinê ye ku komxebat dê 14’ê Hezîranê bi daxuyaniyeke bi dawî bibe.