Li Beyrûdê jinan komplo şermezar kir: Emê têkoşîna xwe bilind bikin

Jinên Beyrûdê bi boneya salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Komîsyona Neteweyên Yekbûyî çalakî li darxistin, diyarkirin ku wê têkoşîna xwe hê zêdetir bilind bikin.

SUZAN EBU SAİD

Beyrûd- Jinan duh li ber avahiya Komîsyona Neteweyên Yekbûyî çalakiya rûniştinê li darxistin, ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 25 sale li greva Îmralî dibin tecrîdek girankirî de tê girtin, bang li civaka navnetewî, mafê mirovan û saziyên alîkariya mirovî kirin. Çalakiya ku ji aliyê komeleya çand û civakî ya Newroz ve hatî organîzekirin, ji derveyî hejmarek zêde kesên Lubnanî û Kurd ku hemwelatiyên Lubananê ne, sendikaya giştî ya karkeran jî di nav de hejmarek zêde ya komele û endamên sendikayan bejdar bûn. Di çalakiyê de dem dem dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ ‘Ji Ocalan re Azadî’ hatin bilind kirin. Derbarê komployê de axaftin hatin kirin.

‘Ji bo parastina sîstemê komplo plan kirin’

Di çalakiyê de Kongra Star daxuyanî da û wiha got: “Ji ber salvegera 25’emîn a komploya navnetewî li dijî Rêber Abdullah Ocalan em li ber Navenda Giştî ya Netewên Yekbûyî ne. Bi giştî Beyrûd komploya li dijî gelê Kurd hatî pêkanîn şermezar dike. Welatên komploger, li Rojhilata Navîn ji bo sîstema xwe ya hegomonîk berdewam bike ev komplo plan kirin. Li dijî pergala Netewa Demoqratîk a ku Rêber Ocalan derxistî, dixwazin projeya mezin ya Rojhilata Navîn bixin meryetê. Hezên komploger ji bo li Rojhilata Navîn berjewendiyên xwe biparêzin polîtakayên şer xistine meryetê. Li Rojhilata Navîn ji derveyî guherîna demografiyê, şerê leşkerî, aborî, derûnî û biyolojik dide meşandin.”

‘Divê zext li dewleta Tirk were kirin’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşînê hê bilintir bikin û wiha hate gotin: “Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan ku ji bo azadiya jinan û rizgariya wan gelek tişt kirî bi dehan jinan canê xwe feda kir. Tevî hemû plan, êrîş û binpêkirina mafê mirovên ên dewleta Tirk, Rêber Ocalan ji hemû mafê xwe hatî bê par hiştin, ev komplo bi têkoşîna bê hempa ya Rêber Ocalan hate vale derxistin. Mucîdê jiyana azad li greva Îmralî pergala Netewa Demokratîk  ya Rêber Ocalan, rê li ber çareseriya hemû pirsgirêkên civakê vedike. Li ser navê Kongra Star li Lubnanê, komploya li beramberî Rêber Ocalan şermezar dike û em destpêkê bang li CPT, hemû hêzên navnetewî, rêxistinên mafê mirovan, dikin ku berpirsyartiya xwe ya exlaqî û mirovî bi cih bînin. Divê zextê li dewleta Tirk bikin parêzer tavilê biçin Îmralî hevdîtin pêkbînin û derbarê rewşê de zanyariyek baş bide.”

‘Em daxwaza azadiya Rêber Ocalan dikin’

Seroka Komîteya Mafên Jinan Aîda Nasrallah, ji bo berdana girtiyên siyasî banga lezgîn li civaka navneteweyî kir û binçavkirin û suîqestên berdewam dikin şermezar kir. Aîda Nasrallah, êrîşên li dijî çalakvanên Kurd şermezar kir û wiha axivî: “Em li gelek welatan dibin şahidê pêkanînên zextê yên li dijî çalakvanan. Her wiha em qirkirina li Zîvala Xezayê di qewîme bi tundî şermezar dikin. Îsraîlê ku li dijî Zîvala Xezayê êrişan pêktîne, hemû qadên jiyanê yên li wir hilweşand. Li Zîvala Xezayê pêşeroj hat tunekirin û di mijara mafên mirovan de dû standart tê pêkanîn. Em di roja me ya îro de di serdema teknolojiyê û ragihandina bilez de ne û gel ji bo ji holê rakirina bêedaletiyan dengê xwe ragihînin li her cihê. Mînaka me ya herî mezin Filistîn û Xezayê. Serhildana ku li vê cihê biçûk derket holê ji bo hemû cîhanê dersek bê hempa da. Em wek gel daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û di serî de gelê Filistîn û Kurd azadiya hemû gelên bindest ên cîhanê dikin.”

'Qirkirina dewleta Tirk hatiye îspatkirin’

Cîgira Seroka Komeleya Newrozê ya Çandî û Civakî Hanan Osman jî wiha got: “Em îro ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan li vir kom bûne. Em ê çalakî û fealiyetên ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dikin pêkbînin. Em îro li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakî pêkanîn, ji ber ku evder yek ji rêxistên daxwaza mafên mirovan û edalet dike ye. Lê ev rêxistinane bi taybet li dijî binpêkirinên Kurdistan û Xezaya rastî tên, erkên xwe pêkneanîne. Tiştên li Xezayê tên jiyîn, îspata vê yekê ye. Dadgeha Navneteweyî, komplo û qirkirina ku Îsraîl û dewleta Tirk a faşîst li dijî gelên Filistîn û Kurdistanê dimeşîne, îspat kiriye.”

'Sivîlên bêguneh hatin qetilkirin'

Endama Kongra Star Mervat Hamo, wiha axivî: “Dema em dibêjin dewleta Tirk dewletek terorê ye, em vê wek gotinek ji rêzê nabêjin. Ji heyama Osmaniyan heta niha li dijî Ermeniyan û gelan gelek sûc pêkanî. Sûcên xwe yên herî dawî li hêrema bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêkanî. Gelê Efrînê jî neçarî koçberbûna darê zorê kir. Gelo dema Efrîn rastî êrîşa 70 balafirên şer hat, ev nayê wateya terorê? Dema dewleta Tirk Efrîn bombebaran kir, hejmarek zêde mirov hatin qetilkirin. Efrîn ne herêmek Tirkiyeyê ye, bi zanebûna di nava sînorên Kurdistana kevin de ye, sivîlên bêguneh qetilkir û piraniya wan jî ji cih û warên xwe bûn.”

‘Êrîş wê gav bi me şûnde ne avêje’

 Mervat Hamo da zanîn ku dewleta Tirk li Îraq, Sûriye û gelek herêman êrîşên xwe berdewam dike û wiha got: “Rêber Ocalan ji bo gelê mazlum mafê xwe bigre têkoşîn kir. Dewleta Tirk û hêzên serdest, Rêber Ocalan girtin û fikirin ku wê pirsgirêka Kurd tune bikin. Bila bizanin ku komplo hêza têkoşîna gelê Kurd wê hê zêdetir bibe. Gelê Kurd divî alî de di çareseriya pirsgirêka Kurd bi bîryarin. Jinên Kurd di şoreşa azadî û demokrasiyê de xwedî rolek giring e. Ji ber vê jî rastî gelek êrîşan tên. Dewleta Tirk hêza jinên Kurd dibîne û hewl dide bi êrîşan bişkîne. Ji ber vê em dibêjin dewleta Tirk û tevî ew bedelên ku me daye gav bi me şunde nade avêtin. Em çiqas şehîd bidin bila bidin wê têkoşîna me bilintir bibe.”

Cîhan Îbrahîm ku bejdarî çalakiyê bûye wiha got: “Îro ji bo em daxwaz bikin ku Rêber Ocalan bi awayek fizîkî azad bibe em li hev kom bûne. Rêbertî ev 25 sale li greva Îmralî tê girtin. Ji mafê xwe yê herî bingehîn hevdîtina bi malbat û parêzeran re bê par hatiye hiştin.”