Li Bexdayê Eniya Têkoşîna Demokratîk hat avakirin
Ji nijad û baweriyên cuda rêxistinên civakiyên sivîl ên Îraqê li bajarê Bexda li hev kombûn û ji bo bi hev re jiyana hemû welatiyan “Eniya Têkoşîna Demokratîk” avakirin.
Bexda – Sazî û rêxistinên civaka sivîl ên ji nijad û baweriyên cuda yên Îraqê li hev civiyan û bi navê “Eniya Têkoşîna Demokratîk” eniyek nû ya têkoşîna ji bo bi hev re jiyîna hemû welatiyan avakirin û daxwazên xwe bi daxuyaniyekê ji raya giştî re par kirin. Di daxuyaniya li hola Otela Sindibûd a bajarê Bexda yê Îraqê hat dayîn de gelek pêkhateyên cuda amadebûn. Daxuyaniya Eniya Têkoşîna Demoqratîk ji aliyê serokê eniyê Aram Îbrahîm Kerkukî ve hat dayîn.
“Emê ji bo jin û ciwanan derfetên kar avabikin”
Aram bal kişand li ser sedemên avakirina eniyê û wiha got: “Di 31’ê Adarê de me kongreya damezrandina Eniya Têkoşîna Demoqrasiyê li darxist. Di vê kongreyê de me endamên rêveber û serokê vê eniyê hilbijart. Armanca avakirina vê eniyê da ku hemû pêkhate xwe têde bibîne û ev pêwîstiyek serekiye. Armanca me yekitiya netewî, misogerkirina tedirustî, bi hêzkirina yasayê, giringiya fêrbûna perwerde û zanistiye. Armanca me ewe ku em ji bo jin û ciwanan di nava civakê de derfetên kar ava bikin e.
Dilniya Îsmail endama desteya rêvebera kongrê bal kişand li ser giringiya hebûna jinê di nava civakê de di aliyê siyasî de dikare guherinê bike. Me jî weke jin di nava Eniya Têkoşîna Demoqratîk de dest bi xebatê kiriye da ku em bi rengê jinê têkoşînê bikin.”