Li ber edliyê protesto: Dozger bûye hevkarê oparasyona hilbijartinê
Li ber deriyê Edliyeya Amedê bertek operasyonên binçavkirinê yên navenda wan Amed şermezar kirin. Namzetê Partiya Çep a Kesk ya Amedê Serhat Eren got: “Ev oprasyon a hilbijartinê ye, daraz jî bûye şirîkê vê operasyonê.”
Amed- Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê, di nav de rojnameger, siyasetmedar, parêzer, hunermend û sendîkavan jî ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn. Di encama serdegirtinên malan de 134 kes hatin binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê, 14 kes sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.
Rojnameger Bêrîtan Canozer, Abdurrahman Gok, Mehmetşah Oruç û Remzî Akkaya piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin û hatin girtin. Bi pêşengtiya Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê li pêşiya Edliyeya Amedê li dijî operasyonên binçavkirinê daxuyanî hate dayîn. Gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û malbatên rojnamegeran jî bejdarî daxuyaniyê bûn. Ji ber daxuyaniyê ber deriyê edliyê erebeyên zirxî û yên binçavkirin dorpêç kirin.
‘Dozger bûye hevkarê oparasyona hilbijartinê’
Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ê HDP’ê Berpirsyar Serhat Eren di daxuyaniyê de axivî û operasyona heyî weke “Operasyona qirkirina siyasî” nirxand. Diyar kir ku operasyonê têkiliya xwe bi hilbijartinê heye û wiha got: “Daraz jî bû şirîkê vê operasyonê. Ne ev partî û ne jî ev gel tu carî serî li ber operasyonên li dijî wan tên kirin serî natewînin. Nûnerên mafên mirovan û hiqûqnasên ku ji bo hilbijartineke bitendurist dê bixebitiyan hatin binçavkirin. Lewma ev operasyon, operasyona hilbijartinê ye. Divê hevalên me tavilê bên berdan. Li vêderê ji bo em carek din dibêjin em bi wanre di nava hevgirtinê dene.”
Piştî axaftina Serhat Eren dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin” û “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hatin berzkirin.
Li aliyê din lêpirsînên kesên sewqî edliyeyê hatin kirin ên li dozgerî û dadgeriyê berdewam in.