Li Belucistanê ji bo du rojan biryara grevê

Li eyaleta Belûcistanê ya Îranê ji bo bîranîna kesên ku di serhildana “jin jiyan azadî” de jiyana xwe ji dest dane biryara greva 2 rojan hat girtin.

Navenda Nûçeyan- Li eyaleta Belûcistanê ya Îranê ji bo bîranîna kesên di serhildanan de jiyana xwe ji dest dane, biryara greva 2 rojan hat girtin. Di 30’yê Îlona 2022’yan de di pevçûnên ku derketibûn de gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûn û weke “Îna bi xwîn” tê binavkirin, di salvegera wê de dê li Belûcistanê dikan neyên vekirin.

Li bajarê Zahidanê yên ku navenda rêveberiya eyaleta Sistan-Belûcistan a Îranê ye, di 30’yê Îlona 2022’yan de dema nimêja înê de, êrîşê çalakgeran kiribûn, ji 40’î zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Êrîş weke “Îna bi xwîn” hatibû binavkirin.