Li Behra Reş lehî rabû

Li bajarên Behra Reş ji ber barana zêde lehî rabû. Cihên kar tijî av bû. Li Samsûnê jî cenazeyê jinek ciwan li ber lehiyê hat dîtin.

Navenda Nûçeyan- Li bajarên Ordu, Samsûn, Gîresûn û Tokatê ji ber lêhiyê bandorek neyênî li jiyanê kir. Li Orduyê ji ber lehiyê makîneyên kar û wesayîd di nava axê de man. Cihê kar û malê tijî av bûn, hinek rê hatin girtin. Hesinên pira li ser Rûbarê Bulbulê yê li navenda Orduyê jî herifîn.

 Têkiliya bi 17 gundan re qut bûye

Duh di saetên êvarê de li Duzceyê jî barana zêde barî. Ji ber barana zêde, rûbarên li navçeyên Yigilca, Golyaka, Cumayerî û Kaçakocayê rabûn. Riya di navbera Yigilca û Yedîgollerê de ji ber lehiyê hat girtin. Li gorî agahiyan, têkiliya bi 17 gundan re qut bûye.

Li aliyê din li navçeya Çarşambaya Samsûnê jinek li ber lehiyê ket û cenazeyê wê hat dîtin.