Li Başûrê Kurdistanê di nava sê rojan de dû jinan dawî li jiyana xwe anîn

Li Herêma Başûrê Kurdistanê xwe kuştina jinên ciwan her roja ku diçe zêde dibe, tenê di nava sê rojan de dû jinên temenê wan 18 salî dawî li jiyana xwe anîn.

Silêmanî – Li Herêma Başûrê Kurdistanê her roja diçe bûyerên kuştin û xwekuştinên jinan tên dîtin. Gelek ji wan ji ber tureyên civakî tên veşartin û kes pê nizanin, hinek jî tên dîtin û bihîstin. Li gorî daneyên hatine berhevkirin rêjeya herî zêde ya tunditujiya li beramberî jinê li bajarê Hewlêrê hat dîtin, di nava salên 2018 heta 2020’an de 12 hezar û 518 buyerên tunditujiyê hatin tomarkirin, Silêmaniyê 7 hezar û 649 pîştî Hewlêr, li Dihokê 7 hezar û 459, li Germiyan 2 hezar û 941, li Raperîn hezar û 511, li Soran 854 buyerên tunditujiyê hatin tomar kirin. Ev daneyane her diçin jimarên nû lê zêde dibin. Herî zêde jî jinên ciwan ên temenê wan dibin bîst saliyê de xwe dikujin. Di nava du rojan de sê jinên ciwan ên temenê wan 18 salî dawî li jiyana xwe anîne.
Duh êvarê jina ciwan a temen 18 salî bi navê Neda Şeban li Zaxo ji ber hewîl daye xwe bikuje û birina wê gelek giranbû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Di heman rojê de cenazê jinek ciwan a bi navê Î. E temen 18 salî ya roniştvanê taxa Gurqereçî ya Teqteq ji bo otopsiyê rakirin nexweşxana Koyê. Bizîşkên beşa otopsî ya Koyê dan diyarkirin ku jina ciwan xwe xeniqandiye û dawî li jiyana xwe aniye.