‘Li Başûr her diçe tundî zêde dibe’
Çalakvana mafên mirovan Diyarî Ferûdun diyar kir ku tevî li Başûrê Kurdistanê rêjeyek zêde ya rêxistinên jinan hene jî kuştin û tundiya li hemberî jinan di asteke zêde de ye.
ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî- Di medyaya dîjîtal de çalakvan û rêxistin der barê mafên jinan de daxwaza jiholêrakirina tundiyê dikin. Daxwaz dikin ku êdî jin neyên kuştin û bikujên wan werin cezakirin.
‘Dadgeha serbixwe nîn e ji ber wê bikuj ceza nagirin’
Diyarî Ferdûn da zanîn ku tunebûna dadwer û dadgehek serbixwe û azad sedemek din a zêdebûna tundiya li hemberî jinan e û wiha domand: “Dema ku tundî li hemberî jinan tê kirin an jî bi hincetek dikujin, ger dadgeh serbixwe kar bikin, adil tevbigerin, wê kesên tewanbar ceza bigrin lê belê ji ber nebûna zagonan mafên jinan ji holê radibe. Piranî li cîhanê û welatên Rojhilata Navîn zagon ne serwer in û mafên jinan li hemberî tundiyê nayê dayîn. Li welatekî weke Fransayê di nava deh rojan de sê jin hatin kuştin. Ji bo herêmek weke Başûr bêguman bûyer zêdetir in.”
‘Rêxistinên jinan ji bo çareseriyê divê baştir bixebitin’
Diyarî Ferûdun der barê kar û çalakiyên rêxistinên jinan de wiha got: “Piraniya çalakiyên ku rêxistinên jinan dikin, bi boneya 8’ê Adar û 25’ Mijdarê, tên li darxistin. Ji derveyî çalakvanan û jinên di nava rêxistinan de tu jinek din jê sûd nagirin. Ew jinên ku tundî li wan tê kirin di halê xwe de dimînin. Ji ber wê divê rêxistinên jinan karê xwe di nava civakê de baş bikin, xwe bigihîjînin jinên nava malê û li mafên wan xwedî derbikevin.”
‘Rêxistinên jinan divê bi awayekî çalak bixebitin’
Diyarî Ferîdûn destnîşan kir ku erkê rêxistinên jinan ewe ku ji bo kêmbûna bûyerên tundiyê û kuştina jinan bi awayekî çalak kar bikin û got: “Her wiha hişyarkirina civakê der barê pirsgirêka jinan de peywira wan e. Hinek rêxistinên jinan rast kar ji bo dozên jinan dikin. Lê belê dema ku kar dikeve ser zagonan, dadgeh rêgiriyê lê dikin. Ji ber ku dadgeh ne dadperwer in. Bingeha karê xwe li gorî hikumet û desthilatdariyê ava kirine.”