Li Bangladeşê ji ber şewbê 909 kes mirin

Li Bangladeşê hat diyarkirin ku hejmara kesên ji ber şewba dang jiyana xwe ji dest dan bûye 909.

Navenda Nûçeyan- Li Bangladeşê ji ber şewba dang, her diçe hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.

Gerînendehiya Giştî a Xizmetên Tendirustiyê ya Bangladeşê (DGHS) bi daxuyaniya dawî diyar kir ku li tevahiya welat ji ber şewba dang 909 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li aliyê din hat diyarkirin ku 3 hezar û 8 kesan jî rakirine nexweşxaneyan nivîn û malzemeyên tibî kêm dmînin.