Li Bakurê Kurdistanê cejna Neworzê
Ji berbanga sibê ve li hemû navendên weke Amed, Cizîra Botan, Mêrdîn, Wan, Êlih û Rihayê welatiyan berê xwe dane qadên pîrozbahiyê yên ji berê de hatine amadekirin.
Ji berbanga sibê ve li hemû navendên weke Amed, Cizîra Botan, Mêrdîn, Wan, Êlih û Rihayê welatiyan berê xwe dane qadên pîrozbahiyê yên ji berê de hatine amadekirin.
Navenda Nûçeyan – Duh li gelek bajarên Tirkiye yên wekî Îzmir, Stenbol, Antalya û Mêrsînê bi sed hezaran kes daketin qadan û Newroz Pîroz kirin. Îro jî pîrozbahiyên Newroz bi dirûşmeya "Em bi Agirê Newrozê Li Ber Xwe Bidin, Bi Ser Bikevin" li gelek deverên weke Amed, Cizîra Botan, Mêrdîn, Wan, Êlih û Riha yê despêkir.
Amed
Newroza dîrokî ya Amedê dest pê kir. Bi sedhezaran kes bi cil û bergên xwe yên gelêrî û dirûşmên xwe herikîn qadê. Ji çar hêlan ve girse bi rengên kesk sor û zer û dirûşmên xwe diherikin qada Newroza heybet û dîrokî ya ku li Qada Newrozê ya li navçeya Rezanê tê lidarxistin Gelê ku qad tijî kir dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" , "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Newroz" berz kir. Bi sedan ciwanan bi hêz û coşa xwe berxwedana zindanan silav kirin û daketin qadê. Dayik û jinên ku bi cil û bergên xwe yên gelêrî daketin qadan bi tililiyan qad xemilandin. Coşa Newrozê bi gerandina govendê û bi stranan berdewam dike.
Cizîra Botan
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê gel zû dest bi rojê kir. Li navçeyê ku bi rojane amadekariyên Newrozê tên kirin, bi destpêkirina rojê re gel bi kincên xwe yên herêmî ber bi qada Newrozê ve diherikin. Qada Newrozê bi alên HDP’ê û bi pankartên peyamên Newrozê hatiye xemilandin. Kesên ku xwe gihandin qadê bi vekirina deriyên qadê re cih xwe li qadê girtin. Kesên gihîştin qadê li ber kilaman govend gerandin û deqe bi deqe coşa Newrozê mezin dibe. Kesên hatine qadê bi awayekî kelecan li bendê ne ku bernameya Newrozê dest pê bike. Hê jî hatina qadê ya gelê Cizîrê didome.
Wan
Li Wanê jî gel ji bo Newrozê pîroz bikin di saetên serê sibê de li taxan li hev kom bûn û dimeşin Qada Newrozê ya li tenişta Keleha Wanê. Gelê Wanê bi cil û bergên xwe yên herêmî kom bi kom bi meş diçin qada pîrozbahiyê. Girseya ku li ber qadê kom bûn, wê ji 2 deriyan têkevin Qada Newrozê. Girse ku li ber deriyê parkê kom bûne li dijî binçavkirina Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu dirûşmeyan berz dikin. Girse bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedanan zindanan", “Zext me bêzar nakin" û “Bijî Gergerlioglu” berz dikin. Di pîrozbahiya Newrozê de dê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezai Temellî axaftinan bikin. Dîsa hunermend Azad Bedran, Xecê û Komaz Awaz dê konser bidin.
Êleh
Ji bo Newroza ku wê parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca û hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî tevli bibe bi hezaran kes diherikin qadê. Li qada ku bi bariyerên polîsan hat dorpêçkirin pankartên bi nivîsa "Newroz serhildana mezin a jinan e", " HDP gel e gel li vir e" hatin daliqandin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.
Mêrdîn
Bi dirûşma “Ji bo Azadiyê Agirê Newrozê Gur Bikin” li Nisêbîn û Qoserê agirê Newrozê hat pêxistin. Bi hezaran welatî bi cilên reng, reng re qada Newrozê dagirtin. Li qadê alên Partiya Demokratîik ya Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û kesk û soru zer hatin hilgirtin. Dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijîi Newroz” hatin berzkirin.
Riha
Gelê Rihayê ji bo pîrozbahiya Newrozê diherikin qada Newrozê. Gel ji saetên serê sibehê de diçin qada Newrozê. Gelê Rihayê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hişyara "Em bi Agirê Newrozê li Ber Xwe Bidin" pîroz dikin. Gel bi dirûşm û rengên kesk sor û zer li ber Stadyuma 11'ê Nîsanê kom bûn. Bi def zurne û stranan gel rabûn govendê. Gel li qada Newrozê pankartên "Emê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin", "Newroz raperîna jinan a azadiyê ye" daliqandin. Piştî bi hezaran gel li qada Newrozê kom bû, pîrozbahiya Newrozê dest pê kir.
Polîsan barîkat li pêş qadê danîn û girse piştî di lêgerînê û kontrola HES'ê re derbas dibin dikevin qada Newrozê. Di pîrozbahiya Newrozê de dê Parlamentera HDP'ê Meral Beştaş û parlamenterên din bi axivin. Dê hunermend Nuray Balik û Koma Muzîkê ya Dicle Firatê jî konserê bidin.
Dêrsim
Welatiyên Dêrsimê, qedexeya walîtiyê ya ji bo Newrozê nas nekir û dest bi pîrozbahiya Newrozê kir. Walîtiyê di rojên borî de daxuyanî da û got ku di Newrozê de hûn tenê dikarin daxuyaniyê bidin. Li gel qedexeyê Dêrsimî bi cil û bergên xwe yên netweyî çûn Qada Seyît Riza û Newroza xwe pîroz dikin. Pîrozbahî bi dirûşmên "Newroz pîroz be" tê pîrozkirin.