Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîranîna 12'ê Adarê

Di salvegera 17'emîn a serhildana Qamişloyê de li Qamişlo û Hesekê serhildana Qamişlo hatin bi bîr anîn.

Navenda Nûçeyan- Di 12'ê Adara sala 2004'an de tîma Cîhad a Kurd û tîma Fitwê ya Dêrezorê li stadyoma Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lîstok lîstin. Rejîma Baasê bi alîkariya Tîma Fitwê ya Dêrezorê, polîs û temaşevanan êrîşî ciwanên Kurd kirin û di encamê de hêjmarek ji ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Li seranserî Rojava serhildana gel destpêkir. Bi munasebeta vê rojê li bajarê Qamişlo, Hesekê û navçeya Til Temir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî  û çalakî hatin li dar xistin.
Li Qamişlo bîranîna serhildana 12’ê Adarê
Her sal weke vê rojê  welatiyên Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyayê pakrewanên serhildana Qamişlo bi bîr tînin û tîma Dêrazorê û Qamişlo bi fitbolê dilîzin. Meclîsa Kantona Qamişlo, Desteya Ciwanan û Desteya Çand û Hunera bajarê Qamişlo bi dirûşmeya "Pakrewanên 12’ê Adarê nirxên şoreşa me ne û rûmeta gelê me ne" çalakiyek kernevalî li stadyuma 12'ê Adarê li Qamişlo li dar xistin. Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amadebûn. 
Welatiyên Qamişlo di serî siharê de serdana gorsitana Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo kirin û li ser gorê şehîdên 12'ê Adarê daxuyaniyek dan.  Paşê welatî berê xwe dan stadyuma 12'ê Adarê û li wir çalakî dewam kir. Çalakiya bîr anînê bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. 
Ruhê serhildana 12'ê Adarê heta roja îro dewam dike
Paşê Berdevka Rêxistina Kongreya Star a Rojava Remziye Mihemed şehîdên 12'ê Adarê bi bîr anî û wiha gotina xwe anî ziman: "Serhildana 12’ê Adarê, çirûska şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû. Beriya 17 salan lîstokek hevbeş di nava ciwanên Bakurû Rojhilatê Sûriyeyê hat lîstîn, xwestin divê lîstokê de wekheviya gelan têk bibin. Rejîma Baasê berê lîstokê guhert û stadyomê kir kelha xwînê. Gelê Kurd bi dilsoziyek mezin cangoriyên xwe rakirin û serhildana wan destpêkir. Ruhê wê serhildanê heta roja îro dewam dike. Gelê Kurd bi yekîtiya xwe bersiva herî tund da rejima Baasê. Îro bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê hemû pêkhate bi rengek azad dijîn û wê ev ruh herdem berdewam bike."
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mehsûm Hesen sersaxî ji malbatên şehîdên 12'ê Adarê re xwest û wiha domand: "Bi ruhê vê rojê em hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin. Îro 16'ê sal li bûyera ku li vê stadyomê qewimî derbas dibe. Bi komployekê qirêj aliyê rejima Baas ve bi dehan zarokên kurdan jiyana xwe ji dest dan. Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ruhê serhildana 12'ê Adarê dewam dikin û me wekheviya gelan avakir. Wê ew serhildan herdem bidome. Tucaran hêzên desthildar naghêjin daxwazên xwe."
Paşê tîma Dêrezor û Qamişlo lîstoka fitbolê lîstin. Her wiha koma Botan stranên bîranîna 12'ê Adarê gotin.
Bîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.
Li Hesekê 12'ê Adarê hat bîr anîn
Bi boneya derbasbûna salvegera 17’emîn a serhildana 12’yê Adarê û ji bo bîranîna şehîdan, Rêveberiya Xweser, Partiyên Siyasî û Malbatên Şehîdan li gulîstana Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan a taxa Nasra ya bajarê Hesekê - Bakûr û Rojhilatê Sûriyê  daxuyanî  hate dayîn. Bi dehan ji endamên Kongreya Star, Endamên Meclisa Civakî Ermenî beşdarî daxuyaniyê bûn.Di daxuyaniyê de alên Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û pankartên bi nivîsa  "Şehîdên 12 Adarê ew şoreş û hebûna me hilgirtin" hatibûn hildan. 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Meha Adarê mehek gelekî girîng di dîroka gelê me de ye. Heyva berxwedan û serhildana li dijî sîtemkariyê ye. Salvegera 17’ emîn a serhildana 12 Adarê serhildana guhertinek balkêş di warê tevgera siyasî û civakî de ye, vîna gelê me yê li dijî rêjîma sîtemkar dan nîşan. Serhildan piştî komkujiyên bi êş hat, gelek mirov bûn qurbanê vê komkujiyê. Ev komkujî berdewama komkujiyên berê ên dewleta netewperest a li gel Rojhilata Navîn a xwedî bercewendiyên li dijî taybetmendiya gelan e. Em bi rêzgirtin cangoriyên serhildana Qamilşloyê bi bîr tînin ew serhildan ku qîrîna yekem a Gelê Kurd li dijî faşîzim û netewperestiyê bû. Faşîzma ku dixwest şerekî kurdî, ereb  derxe holê û ji bo ku hemwelatiyên Sûrî dozên mafên xwe yên girêdayî azadî, dadî û wekheviyê dûr bimînin.Em vê rojê roja girîng di jiyana Sûrî de bi bîr tînin û tekez dikin ku kes nikare yekrêziya di navbera kurd , ereb û pêkhateyên din de têk bibe. Em di vê bîranînê de soza xwe nû dikin."
Daxiyanî bi dirûşmeya” Şehîd Namirin “ bi dawî bû. 
Li Til Temirê bîr anîna serhildana Qamişlo 
Bi armanca salvegera 17'emîn a Serhildana Qamişlo yê, îro Meclisa navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  daxuyaniyek dan. Daxuyanî li ber deriyê Meclisa navçeyê, bi beşarbûna bi dehan jin û partiyên kurd hate dayin. 
Daxuyaniya ku ji aliyê Endamê Meclisa navçeya Til Temirê Ehemd Heyder ve hate xwendin û  ev yek anî ziman: "Êrîşa li ser tîma Cîhad asta pilanên qirêj û kîna Rêjîma Baas li dijî Gelê Kurd hate diyarkirin. Şûna ku Rêjîma Baas li hember dayikên şehîdan rexnedayinê xwe bide, berovajî wê agirê ku vêxistibû gurtir kir. Li hember qetilkirina ciwanên kurd, bi dehan bajarên Sûriyê rabûn serhildanê û ev yek di dîroka Sûriyê de cihekî xwe yê taybet digre. Di wê rojê de bêyî ferq û cûdahî tevahî Kurd bûn yek. Gelê Kurd dikarîbû ku ew sînorê tirsê hilweşîne û li hember faşîzma Sûriyê serî hilde. Serhildana 12'ê  Adarê bingehê avakirin şoreşeke civakî û demokratîk bû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Yekîtiya gelê herêmê, têghiştina siyaset û polîtîkaya Rêjîma Baas li dijî netewan e. Rêxistinbûyîn û yekîtiya netewên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, dan diyarkirin ku bi yekîtiyê dikarin li hember hemû hêzên ku yekîtiya wan hedef digre, bisekinin. Pêwîste ku Rêjîma Sûriyê baş rewşa Sûriyê binirxîne û bibîne ku di rastî de Sûriyê û taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê di guhertineke cidî re derbas dibe. Rêveberiya Xweser ji hemû diyalogan re jî vekirî ye û pêwîste ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, diyalogan pêş bixin." 
Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd Namrin" bi dawî bû.