Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên şoreşê hatin bîranîn
Bi boneya meha şehîdan, welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pakrewanên şoreşê bi bîr anî.
Navenda Nûçeyan - Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di her cejin, şahî, êş û xweşiyan de yekemîn berê xwe didin goristanan û zarokên ku canê xwe ji bo axa xwe feda kirine bi bîr tînin. Îro jî bi boneya meha gulanê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê merasimên biranînê bi dirûşma "Riya we riya me ye, armanca we armanca me ye" li dar xistin.
Welatiyên Qamişlo bi meşek girseyî şehîdên meha gulanê bi bîr anîn. Meşa ku ji çerxereya Miştenûr destpêkir heta goristana pakrewanan a Delîl Saroxan bi dirûşma "Şehîd namirin" dewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, Mehsûm Hesen hemû pakrewanên azadiyê bi bîr anî û wiha domand: "Bi boneya vê rojê em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û bi wesîleya vê rojê hemû kurd çavê xwe ji cîhanê re vekirin. Gelek hewildan û qirkirin li dijî kurdan pêk hatin, lê gelê kurd roj bi roj hebûna xwe parastin. Piştî şehadeta Heqî Karer tevgera me hate avakirin, îro jî em bi ruhê Heqiyan tevdigerin. Her wiha îro şopdarên Heqiyan li axa Başurê Kurdistanê li ber xwe didin em berxwedana şervanên xwe silav dikin û em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pişgiriya şervanên xwe dikin."
Efrînî ji bo bîranînan pakrewanan meşiyan
Bi pêşengtiya Meclîsa Malbetên Şehîdan a Efrînê meşek bi dirûşma "Riya we riya me ye, armanca we armanca me ye" ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê li navçeya Ehrez a Kantona Şehbayê li dar xistin.
Zozan Hec Xelîl teqez kir wê xeta pakrewanên xwe bişopînin û wiha got: "Meha Gulanê mehek pîroz li gel me ye. Em tevahî pakrewanên ku ji bo rizgarkirian xaka xwe şehîd bûne bi bîr tînin. Pakrewan ew rêveberiyên me yên menewî ne û bi saya xwîna wan em îro li ber xwe didin. Tucarî em berxwedana pakrewanên xwe bîr nakin û li ser şopa wan dimeşin. Em wek dayik xwedî li xwîna zarokên xwe derbikevin û xeyalên wan bi cih bînin."
Şêniyên Til Temir pakrewanên Rojava bibîr anîn
Bi dirûşma "Şoreşgerê me rûmeta me ne, em ê li rûmeta xwe xwedî derkevin" û "Riya we riya me ye, armanca me armanca me ye", şêniyên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê meşek li dar xistin. Piştî ku meş rawestiya, deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan rawestiyan. Endama Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê Hemdiya Kûtê axivî.
Hemdiye pakrewanên meha gulanê bi bîr anî û got: "Îro em bi şehîdên xwe hene, divê ku em hemû xwedî li ked û fedekariya wan şehîdan derkevin. Ji ber ku îro hemû destkeftiyên hatiye bidest xistin, bi saya wan in. Di heman wextê de jî li dijî îxanetê divê ku gel bi helwest be û xwedî li gerîlayên li Avaşîn, Metîna û Zap û Heftanînê ber xwe didin, derkevin. Em ji serkeftinê bawer in, ji ber ku yên ku ji bo vî gelî, ber xwe didin armanceke wan ya şênber heye."