Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojnamegeriya Kurdî
Ragihandina Kurdî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Kovara Hewar û Rojnama Ronahî despêkirî, bi şoreşê re dorfereh bûye û bûye ragihandina şoreşê.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Bi pêşengiya Malbata Bedirxaniyan yekemîn rojnameya Kurdî bi navê Kurdistan di 22'ê Nîsana 1898`an de li Qahîreyê dest pê kir, piştre bi navên cuda berdewam kiriye. Li Sûriyê-Rojava gavên destpêkê yên çapemeniya Kurdî di salên 1932'an de hatin avêtin. Celadet Elî Bedirxan ji bo çapkirina Kovara Hawarê destûr ji rêjîma Sûriyê girt û di 15'ê Gûlana 1932'an de li paytexta Sûriyê Şam hejmara yekemîn ya kovarê çap kir. Di diroka Kurdistanê de cara yekem kovara Hawarê bi tîpên latînî yên Kurmancî hate nivîsandin. Kovar piştî hejmaran 57’an di 15'ê Tebaxa 1943'an hate rawestandin. Celadet Bedirxan di 1'ê Nîsana 1943'an de dest bi çapkirina Rojnameya Ronahî ya bi zaravayê Kurmancî kir. Hejmara dawî ya kovarê di Adara 1945'an de derket. Di 1986'an de kovara Dengê Kurdistan bi zimanê Erebî û rojnameya Berxwedan bi zaravayê Kurdî kurmancî û Erebî dest bi weşanê kirin.
Siyasetmendar Ayşe Efendî û xebatên çapemeniyê
Yekemîn jina li Kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên çapemeniyê kirî siyasetmendar Ayşe Efendî ye. Ayşe di temenê 30 salî de, tevî ku zewicîbû û zarokên wê jî hebûn li gel du mêran ji bo yekemîn televîzyona Kurdî Med tv ya di 1995'an de dest bi weşanê kir, xebat da meşandin. Ayşe herî zêde wêne û dîmenên pîrozbahiyên Newrozê, 15'ê Tebaxê û 8'ê Adarê dikişand û ji Med tv re dişand. Her wiha ji bo parvekirina agahiyên li herêmê bi awayekî zindî beşdarî Med Tv dibû. Ayşe Efendî zêdetirî 10 salan xebatên çapemeniyê kiriye, piştre xebatên TEV-DEM û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) da meşandin. Ayşe Efendî niha jî hevseroka Meclîsa malbatên Şehîdan ya herêma Firatê ye.
Ayşe Efendî wiha qale kar û xebatên wê demê dike: "Dema min xebatên çapemeniyê dikir ez 30 salî bûm. Wê demê me çalakiyên veşartî yên weke pîrozbahiya Newroz, 15`ê Tebax û 8`ê Adarê dişopand. Her wiha derfetên teknîkî di destên me de tunebûn, kamereyeke me ya biçûk hebû û me hemû karê xwe bi wê dikir. Tê bîra min di Newrozan de 7 fîlîm dikişandin, her fîlîmek nêzî 30 wênebûn. Piştre me her fîlîmek li cem jinekê vedişart, heger yek bihata girtin fîlîmên din bi ewle diman. Me bi jinan re dema girtina fîlîman diyar dikir û me li gor wê ji wan digirtin."
Bi salan arşîf parast
Ji ber zextên Rêjîma Baasê yên li ser xebatên ragihandinê, Ayşe Efendî û hevalên xwe bi rengekî veşartî kar dikirin. Ayşe wiha behs dike: "Ji bo ku me arşîfa di destên xwe de biparasta me li gundê Mîlê di hundir malbateke welatparêz de binerd çêkiribû, ew arşîf sê salan li wir ma. Me ew arşîf bi salan parast û me her tim cihê wê di seatên dereng yên şevê de dughert. Me piraniya arşîfê ji navendên xwe re şandin, lê yên ku me nedixwest bikevin nava destên dewletê dihatin şewitandin. Me nikaribû ji ber zextên rêjîma Baasê wêne û nûçeyên xwe li mal bihîşta. Me bi rengekî gelek veşartî û dizî kar dikir."
Ayşe Efendî bi awayek dilxweşî û bextewer behsa pêşketinên qada çapemeniyê dike û wiha didomîne: "Min zêdetirî 10 salan xebatên rojnemegeriyê kir, mirov dikare bêje me ji nebûnê hebûn afirand. Li cîhanê divê ku mirov bi salan bixwînin da ku bibe rojnemevan, lê li Rojavayê Kurdistanê em bi şoreşê re bûn rojnemevan. Ji ber vê ez gelek kêfxweşim ku li Rojavayê Kurdistanê rojnemgeriya Kurdî gihîştiye vê astê."
Di pêvajoya şoreşê de rojnamegerî
Bi despêkirina şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012`an re çapemeniyê jî xebatên xwe berfireh kir. Di destpêkê de Rojnemeya Ronahî di 14`ê Cotmeha 2011`an de dest bi weşanê kir. Pişt re di 20`ê Cotmeha heman salê de yekemîn televîzyona ku li Rojavayê Kurdistanê weşan dikir, Ronahî TV vebû. Di 20`ê Cotmeha 2012`an de yekemîn Radyoya li Rojavayê Kurdistanê bi navê dengê Cûdî dest bi weşanê kir. Piştre di 19`ê Mijdara 2012`an de li kantona Kobanê radyoya Dengê Kobanê vebû. Di 10`ê Hezîrana 2013`an de radyoya Efrîn Fm dest bi weşanê kir. Ajansa Nûçeyên Hawarê (ANHA) di Adara 2013`an de dest bi weşanê kir. Yek ji jinên ku şahidiya şoreşê û hemû pêvajoyên pêşketina raghandinê kir rojnemevan Ranya Mihemed ya 28 salî ye. Ranya yekemîn jina ku bi şoreşê re xebatên rojnemegeriyê li Kantona Kobanê kiriye. Di 2011`an de him dibistana amadeyi pola 12’an dixwend, him jî di Ajansa Nûçeyan a Firadê ANF`ê de nûçegihanî dikir û nûçeyên nava şoreşê radigihand. Ranya li gel çar hevalên xwe şahidî ji pêvajoyên şer û şoreşê re kir.
Ranya xebatên çapemeniyê yên ji despêka şoreşê heya niha wiha anî ziman: "Li gel hezkirina min ya ji xebatên çapemeniyê re, min ferq kir ku pêwistiya vê şoreşê bi tevlîbûnê û ya me jî bi şoreşê heye. Her kesî li gor derfetên xwe rola xwe di şoreşê de lîst. Tevî ez di xebatên çapemeniyê de ne pisporbûm jî, lê min ev qad hilbijart û di 2011`an de dest bi rêwîtiya ragihandinê kir. Wê demê amedekariyên şoreşê dihatin kirin, ji ber hîn Rêjîma Baasê di Kobanê de bû. Em 5 kesbûn, me him dixwend û him jî kar dikir. Me navên cuda bi kar dianîn, her wiha me rûyê xwe jî digirt. Wê demê di civaka Kobanê de şerimbû ku jinek kamereyê hilgire û çalakiyan bişopîn e. Lê di salên destpêkê yên şoreşê de hejmara jinan zêdetir bû û gaveke mezin hat avêtin. Di wê demê de hejmara jinan zêdetir bû, radyoya dengê Kobanê rêveberî, nûçegîhan û hwd jin bûn. Yek ji jinên ku ked û roleke mezin di radyoya Kobanê de lîst, hevrê Dilîşan Îbiş bû. Mirov dikare bêje heta ku Rojnemegeriya Kurdî gihîşt vê astê berdelên gelek giran bûha da. Li ser vê bingehê em ê riya hevalên xwe bişopînin, kamera û pênûsên wan hildin, xewin û xeyalên wan bi cih bînin."
“Ez ji rojnamevan Deniz Firat bandorbûm”
Ji Gûrbetelî Ersoz ber bi Deniz Firat, Nûjiyan Erhan, Mustefa Mihemed, Dilîşan Îbiş, Rizgar Deniz, Dilovan Gever û Fîras Dag. Di roja îro de li ser xeta van rojnemevanan, bi hezaran kes têdikoşin. Yek ji jinên ciwan ên rojnemevan Rebîa Êto ku li gel hezkirina xwe ya ji çapemeniyê re ji rojnemevan Deniz Firat bandor bûye û piştî Denîzê beşdarî xebatên çapemeniyê dibe. Denîz di encama êrîşên Çeteyên DAIŞ`ê de li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 8’ê Tebaxa 2014`an de jiyana xwe ji dest da.
Rebia di sala 2015`an de beşdarî xebatên rojnemegeriyê bû ye. Nûçegîhana destpêkê ya ajansa JINHA yê bû. Cihê xwe di hemleya rizgarkirina bajarê Minbic û Reqayê de girt, kêlî bi kêlî azadî û azarên jinên Ereb yên ku bi salan di tarîtiya Çeteyên DAIŞ`ê de jiyan kiribûn, ji cîhanê re ragihand. A niha Rebia di Televîzyona JIN TV de dixebite, her wiha fakûlteya wêjeya kurdî sala 4`an li zanîngeha Kobanê dixwîne.
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji guhertina pergalê zêdetir hişmendiya mirovan guhert. Rebia bi van gotinan behsa rêwîtiya xwe ya di ragihandinê de û guhertinên ku jiyan kiriye dike: "Ez yek ji wan kesên ku piştî şoreşê beşdarî xebatên çapemeniyê bû me. Min di zaroktiya xwe de ji ragihandinê hezdikir, lê bandorbûyîna min ya rojnemevan Deniz Firat hîşt ku ez biryara rojnemegeriyê bigirim. Min bi ajansa JINHA yê dest pê kir, karkirina di ajansa jinê de li rex fêrbûyîna karê pîşeyî di hişmendiya min de guhertinên weke hezkirina ji zayenda xwe re ava kir. ji bo min salên destpêka xebatê yên ragihandinê pir bi watene. Her wiha min di radyoya Dengê Kobanê de jî kar kiriye û niha jî di televîzyona JIN TV de dixebitim."
Çapemeniya jin ji salên 2013`an de xwe di bin sîwana RAJIN`ê de bi rêxistin dike. Lê ji bo berfirehkirina kar û xebatên xwe di 30'ê Hezîrana 2020`an de Yekîtiya Raghandina Jin (YRJ) ava kir. hemû rojnemevanên jin yên li Bakur-Rojhilatê Suriyê-Rojava endamên YRJ’ê ne. Rebia Êto pêşketinên di qada rojnemegeriya jinê de wiha tîne ziman: "Em weke jin bi şoreşê re hînî rojnemevaniyê bûn. Jinên rojnemeger kedeke ewqas bi nirx û wate dan heta ku em gihîştin vê astê. Di van salên dawî de gavên mezin yên weke avakirina Yekîtiya Jinên Ragihandinê (YRJ), her wiha weşan û xebatên ajansên jin JINNEWS û NûJINHA, Radyoya Star FM û JIN TV cihê serbilindiyê ne."