Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8'ê Adarê

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e" çalakiyên reng bi reng ên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li dar dixîn.

 

Navenda Nûçeyan – Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin çalakiyên cur be cur reng didin 8'ê Adarê. Îsal 8'ê Adarê ji aliyê jinan ve bi xemleke bedew û coşeke bi moral tê pêşwazî kirin. Jinan bernameyekê têr û tujî dane pêşiya xwe û pê re jî têkoşîneke bê hempa li dijî dijminên ku dixwastin pergala jinan hilweşînin dane meşandin. Cudabûna 8'ê Adara 2021'an li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewe ku jin bi hevgirtineke hevpar mohra xwe li destanên dîrokî û mîrasê jinan dixin. Bi boneya 8'ê Adarê re tevger, bedewî, xemil û helwestên jinan bi coşin. Hemû jinên ku di herêmê de dijîn êdî bi salên şoreşê re watedariya 8'ê Adarê baş naskirine û weke hîmeke esasî di jiyana xwe de didin jiyîn. Ev ruhê ku ji dîrokê de di dilê jinan de zindî maye di roja îro de bi hemû ziraviyên xwe xwe dide der. Têkoşîna jinan li dijî pergalên zordar, serwer, zayendperest û hegemon her destanên qehremaniya jinan vedibêjin. Ji bo wê jî tê dîtin ku serdestiya li jinên çîroka 8'ê Adarê hatibû kirin, di roja îro de dîsa dijminê jinan dixwazin dubare bikin. Kelecana wan jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîn û lêgerîna jina bi cesaret û azad xwe dide der. 
Bi vê boneyê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên ji bo Roja Jinên Cîhanê dewam dikin. Li her herêmekê jin bi ruhê 8'ê Adarê dadikevin qadan. 
Çalakiyên qadan wiha ne:
Li Qamişlo şahî û meşa maşîneyan
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Meclîsa Jin ên Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma “Hevrîn û Nadiya soza tekoşîna me ne û riya şoreşa me ne" semîner û şahiyek li dar xistin. Semîner û şahî li parka xwendinê ya bajarê Qamişloyê- Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi beşdarbûna saziyên jin yên girêdayî Partiya Sûriya Pêşerojê hate li dar xisitn. Hola semînerê bi wêneyên Hevrîn Xelef û tekoşerên azadiyê hatibû xemilandin.
Semîner ji aliyê Rêvebera Meclîsa Jin ên Partiya Sûriya Pêşerojê Îman Elî ve hate bi rêve birin. Îman di gotina xwe de roja tevahî jinan pîroz kir û wiha anî ziman: "Di vê pêvajoya dîrokî de, bi ruhê berxwedana jinan, em 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Ev roj ji me re di têkoşîna sala 1857'an de weke mîrasek hatiye hiştin. Em ê jî bi têkoşîn û berxwedana wan jinên têkoşer destkeftiyên jinan biparêzin. Em wek Meclîsa Jin ên Partiya Sûriya Pêşerojê li ser xeta hevalê xwe yê tekoşer bin." 
Kongreya Star maşîneyan 8'ê Adarê pîroz kirin
Di heman demê de, Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişlo bi dirûşma "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e" bi maşineyan çalakiyek li dar xistin. Jinên bajarê Qamişlo bi cil û bergên gelerî beşdarî çalakiyê bûn û serdana saziyên mîna gaziyên şer û hêzên ewlekariya jin kirin. Her wiha di serdanê de jinan gul belavê saziyan kirin. Çalakî ji navenda Kongreya Star a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkir, heta gorsitana Delîl Saroxan bi berzkirina dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû. 
Li Kobanê şahiya 8'ê Adarê
Komîteya çalakiyên Kongreya Star a herêma Firatê ji bo gaziyên şer û astengdarên Kantona Kobanê li hola Ronîwar şahî li darxist. Di Şahiyê de bi dehan ji endamên saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Hîlala Zêrîn, Komîteya Oldaran, Komeleya Tîrêj a Astengdaran,TEV-DEM û Partiya Yekîtiya Demokratîk amedebûn.  Li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê 22 hezar gaziyên şer ku di encama şer û berxwedaniya li herêmê birîndar bûn, hene. Ev birîndar dibin sîwana Fedresyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe bi rêxistin dikin. 
Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Endama Koordînasyona Kongreya Star Hedle Hesen wiha axivî: "Li seranserî cîhanê çalakiyên ji bo 8`ê Adarê dest pê kirin, me jî weke Kongreya Star di 23`ê Sibatê de dest bi çalakiyên xwe kir. Di vê çarçoveyê de em îro bi gaziyên şer e bi rengekî azad Roja Jinên Cîhanê pîroz dikin."
Piştî axaftinê hunermed Zehra Berkel , Koma şehîd Barîn ya zarokên Hîlala Zêrîn, Koma Gulava ya astengdaran stran pêkêş kirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Kongreya Star bi boneya 8'ê Adarê serdana astengdaran kirin
Îro Kongreya Star a navçeya Til Temirê a girêdayî Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, serdana jinên astengdar û temen mezin yên navçe û gundewarên wê kirin. Di serdana jinên astengdar û temen mezin de, Kongreya Star diyariyeke sembolîk ku ji guleke sor, destmal û bihnekê pêk tên, diyarî jinan kir. 
Derbarê vê serdanê de jî Endama Komîteya Qada Civakî a Kongreya Star Edla Dawûd axivî.
Bi qasî ku me dunya pêşkêşî wan kiriye, kêfxweş bûn
Edlayê destpêkê 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê da ku em jinên astengdar û yên temen mezin ku bi tenê nedin hîskirin, me serdana wan kir. Bêyî ferq û cûdahî me serdana jinan ji tevahî netewan ji kurd, ereb û aşûriyan, kir. Ji ber ku ev cejin cejna tevahî jinan e û ji mafê her jinekê ye, ku di vê rojê de kêfxweş bibin. Wekî diyariyeke sembolîk me pêşkêşî wan kir. Di rastî de ew jin ji diyariyê zêdetir bi serdana me kêfxweş bûn, wekî ku me cîhan tevahî pêşkêşî wan kir. Ev jin hêjane ku mirov xwedî li wan derkeve, ji lewra kêfxweşiya wan jinan cihê moralê ye ji me re. Hevgirtina jinan hemû pilanên êrîşan têk dibe. Yekîtiya jinan dikare ku li hember tundiya ku rastî wê tê, bibe bersiv. Pêwîst dike ku ji wiha zêdetir jin xwedî li hev derkevin û rêxistina xwe xurt bikin, da ku rê li ber êrîşên ku jinan hedef digre, bigrin. Çi êrîş hebin, wê nikaribin li hember meşa me bibin kelem. Ji lewra ez bang li tevahî jinan dikim ku bi hemû hêza xwe dakevin qadan û 8'ê Adarê pîroz bikin."