Li bajarê Zikar ê Iraqê di salek de 560 bûyerên tundiyê qewimîn

Hat ragihandin ku li bajarê Zikar ê Başûrê Rojavayê Iraqê di sala 2022’an de 560 bûyerên tundiya li hemberî jinan qewimîne.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Zikar ê Iraqê tundîtûjî û qetilkirina jinan her diçe zêde dibe. Hat ragihandin ku di sala 2022’an de 560 bûyerên tundîtûjiyê qewimîne. Daxuyanî ji aliyê alîkarê dadgeha temyîzê ya Zikarê dadger Muhammed Hasan Îbrahîm ve piştî ku bi heyeta Neteweyên Yekbuyî (NY) re hedîtin pêk hat dayîn.

Di daxuyaniya dadger de wiha hate gotin: “Li gorî îstatîstîkan, tenê sala borî li bajarê Zikarê 560 bûyerên tundiya li hemberî jinan hatine tomarkirin.”

Dadger diyar kir ku bûyerên tundiyê piraniya wan weke tundiya di nava malê de hatine tomarkirin û diyar kir ku du zarok ji aliyê bavê xwe ve rastî êrîşa zayendî hatine.