Jinên Efrînê: Êrîşên dagirkeriyê dê berxwedana me neşikînin

Jinên Efrînê êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser navçeya Şêrewa û kantona Şehbayê şermezar kirin û diyar kirin ku tu carî êrîş dê berxwedana wan lawaz nekin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Dewleta Tirk û komên çete yên paramîlîter ên girêdayî wî di sala 2018’an de Efrînê dagir kirin. Di 5 salên koçberbûna gelê Efrînê de li kantona Şehbayê û navçeya Şêrewaya Efrîna dagirkirî, êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ve li ser gelê Efrînê ranewestiyan, di nava van salan de gelek komkujî li ser gel pêk hatin.

Gelê Efrînê yê ku li warê berxwedanê li Şêrewa û Şehbayê bi cih bûne siyaseta tunekirinê ya dewleta tirk a dagirker nas kirine lewre her dem dirûşma wan berxwedanî û têkoşîna li dijî êrîşan e. Der barê êrîşên dagirkeriyê li ser herêmê jinên Efrînê yên koçber û jinên ji navçeya Şêrewayê helwestên xwe bi me re anîn ziman. Jinan gotin ku êriş nikare îradeya wan têk bibe.

Siyaseta qirkirinê li ser me didin meşandin

Bêrîvan Heyder ji gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrewayê armanca dagirkeriya dewleta tirk ji êrîşên xwe ser sivîlan bi lêv kir û got: "Daxwaza dewleta tirk her ew e ku Kurdan koçber bike da ku koka wan bê helandin û bişaftin lewre êrîşên xwe li ser herêmên Şehba û navçeya Şêrewayê rojane pêk tîne. Berxwedana gelê Efrînê li cîhanê deng vedaye ev jî ne li gorî berjewendiyên dewleta tirk e. Erdogan bi êrîşên xwe nikare me ji van herêman jî koç bike ji ber me siyaseta Tirkiyeyê ya tunekirina Kurdan nas kiriye. Berxwedana me bersivek tund ji êrîşên dagirkireyê re ye."

Wê bersiv timî berxwedan be

Îman Mustafa ku ji xelkê gundê Aqîbê ya navçeya Şêrewa jî diyar kir ku tenê berxwedan û têkoşîna wan li hemberî dagirkeriyê wê bi serkeve û bigihîjînin armanca xwe û got: "Em êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser cih û warên me bi tundî şermezar dikin. Hemû pêkhateyên civakê ji Ereb, Tirkman û Kurd li herêmên Şehba û Şêrewayê bi cih dibin ev jî li xweşa Erdogan naçe lewre êrîşên xwe rojane pêk tîne. Bi êrîşên xwe ferqê nake navbera jin, zarok û kesên bi temen mezin. Her çendê dijmin hewl bide gel koçber bike lê ew bi ser nakeve ji ber em neteweyek xwedî berxwedan û têkoşîn in. Ruxmî êrîşên ku tên kirin dîsa gel dev ji berxwedan û gundên xwe bernadin. Bersiva me ji dijmin re her dem ew e em ê heya dawiyê li ber xwe bidin. Me tenê tiştek daniye pêşiya xwe ew jî rizgarkirina Efrînê û vegera bi rûmet e."

‘Biryara me berxwedan e’

Fatimê Elîko ji xelkê Efrînê ye û koçî gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa bûye teqez kir ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê biryara domandina berxwedanê dane û wiha got: "Em pênc sal in ji cih û warên xwe koçber bûne rojane Erdogan û çeteyên wê ve êrîşê me dikin, tu carî tirs neketiye dilê me ku em ji vir jî careke din koçber bibin an jî dev ji berxwedana xwe berdin. Tenê berxwedan biryarê me ye. Heya vegera li Efrîna rizgarkirî em ê li dijî êrîş û siyasetên qirkirinê li ber xwe bidin."