Li bajarê Helebê û Şehbayê şahiya 4'ê Nîsanê
Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahî hatin li dar xistin.
Navenda Nûçeyan – Her sal bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê tên li dar xistin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi rojan e çalakiyên mîna şahî, dar çandin û şevbûherk hatin li dar xistin. li bajarê Heleb û Şehbayê şahiya 4'ê Nîsanê hatin li dar xistin.
4’ê nîsanê li Helebê hate pîrozkirin
Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li parka Istîqamê ya taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" şahiyek girseyî hate li dar xistin. Cihê şahiyê bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alê Rêxistina Kongreya Star ve hatibû xemilandin.Di şahiyê de welatî, sazî û dezgehên sivîl amadebûn.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin despêkir. Paşê Komîteya Însiyatifa Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Emîne Xidir vê rojê vejîna Gelê Kurd pênase kir û ev tişt got: "Em vê rojê vejînê li tevahî gelên azadîxwez pîroz dikin. Rêber Apo xwedî fikir û projeya netewa demokratîk e, loma projeya wî kilîda çareseriya hemû pirskirêkên Rojhilata Navîn e. Gelê Kurd bi qirkirinê re rû bi rû bû, lê bi derketina Rêber Apo Gelê Kurd ji qirkirinê xilas bû. Fikir û ramanên Rêber Apo ne tenê ji bo kurdan, ji bo tevahî gelên bindest bû rêya xilasiyê. Niha bi saya fikirê wî û bi xwîna bi hezaran zarokên kurdan em vê rojê bi rengek azad pîroz dikin. Rêber Apo ji bo Gelê Kurd vejînek nû ye."
"Rêber Apo rêya azadiyê nîşanî jinan da"
Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star Fatma Hesen jî vê rojê pîroz kir û nêrîna xwe wiha parve kir: "Em vê rojê di serî de li tevahî jinan pîroz dikin, ji ber ya ku jinê ji koletî xilas kir û rêya azadiyê nîşan da Rêber Apo bû. Em weke jinên Helebê, li vir heta Îmraliyê silavên gerim ji Rêber Apo re dişînin. Çîroka kurdan a ku ji mezepotamya destpêkir bi hemû kela xwe dewam dike. Axa mezepotamya axa herî pîroz e. Heta rizgariya Rêber Apo ya fizîkî em ê her têbikoşin."
Her wiha ji aliyê Koma Stranan ya bi navê Kulîlkên pêşerojê, Çiyayê Hewarê û şehîd Vejîn stranên xwe pêşkêş kirin. Her wiha koma Govendê ya bi navê şehîd Serhed govend pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Li Şehba 4'ê Nîsanê hat pîroz kirin
Bi pêşengtiya Rêxsitina Kongreya Star a Herêma Efrînê û bi dirûşmeya "Dem dema azadiyê ye, azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye", Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada navçeya Fafîn a Şehbayê hate pîrozkirin. Di şahiyê de şêniyên Efrîn û Şehbayê, endamên sazî û dezgehên sivîl, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Rêxistina Kongreya Star, beşdar bûn. Qada şahiyê bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, li ser navê Komîteya Azadiya Rêbertî Endama Komîteyê Mizgîn Ehmed axaftin kir.
"Roja 4'ê Nîsanê roja vejîna azadiyê ye"
Mizgîn despêkê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî gelan pîroz kir û wiha got: "Roja 4'ê Nîsanê roja vejîna azadiyê ye. Em di nava sîstemên ku heqîqet û cewhra mirovahiyê windakiriye de dijîn, pêwîst bû rastiya van gelan derkeve holê û jiyaneke demokrat bijîn. Rêber Apo ev siyaset hemû qebûlnekirin û bi fikrekî azad em anîn roja îro. Fikirê Rêber Apo riya xelasî û çareserkirina hemû pirsgirên Rojhilata Navîn e."
Rojbûna Rêber Apo Rojbûna îradeya jinan e
Piştre li ser navê Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê, Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Ehdas li Şehbayê, Gulê Mihemed axivî û ev tiş got: "Rojbûna Rêber Apo Rojbûna îradeya jinan e. Bi saya Rêber Apo em wek jin bûne xwedî maf û hebûn di civakê de, ji lewra Rêber Apo ji bo me jinan pêşengê şoreşa têkoşîê ye. Em soz didin Rêber Apo dest ji têkoşîna xwe bernedin heya ji Îmraliyê wî rizgar bikin."
Piştî axaftinan, koma şehîd Hêva ya strana girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn û Koma Şehîd Rohenda ya stranên gelerî stranên xwe pêşkêşkirin. Paşê koma Çiyayê Kurmênc govenda filklorî lîstin. Di dawiya bernameya şahiyê de herdu hunermend Niyazî sîdo, Rêzan Bekir stranên tekekesî pêşkêşî beşdarvana kirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.