Li Arjantînê ‘36'emîn Civîna Jinan a Pirneteweyî' dest pê kir

Li Bariloche ya Arjantînê “36’emîn Civîna Jinan a Pirneteweyî” dest pê kir. Di civîna ku bi hezaran jin hatin cem hev, peyama bi dîmen a Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan hat guhdarkirin.

Navenda Nûçeyan-Çalakî serê sibehê bi axaftina destpêkê ya lîdera manewî ya gelê xwecihî yê Patagonîayê Mapûçeyan, Maçî destpê kir.

Maçî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya berxwedana ji bo parastina hebûneyên gelên xwecihî. Destnîşan kir ku têkoşîna li dijî dîroka mêtingeriyê bi hezaran salan hatiye dayin divê bigihêje asteke hîn bilind. Bi taybetî bal kişand ser girîngiya azadiya girtiyên siyasî bi taybetî jî girtiyên siyasî yên Mapûçiyan.

Peyama bi dîmen a Besê Erzîncan hat temaşekirin

Piştî axaftinê peyama bi dîmen a endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan a ji çiyayên Kurdistanê li ekranê mezin hate nîşandan.

Çalakî wê bi temaya 'Şoreşa Jinê' bên lidarxistin

Çalakî wê sê rojan dewam bike. Bi banga Femînîstên Abya Yala û Tevgera Jinê ya Kurdistanê wê mijara 'Li Kurdistanê û Cîhanê Şoreşa Jinê' bê nirxandin.

Ev kombûn weke platformeke krîtîk ji bo parêzvaniya mafên jinê û mafên gelê xwecihî tê nirxandin.