Li Antakyayê xirabe û cenazeyên winda hê jî di cihê xwe de ne!

Li Antakyayê li aliyekî xirabeyên avahiyên nehatine rakirin, bi dehan cenazayên bêkes-winda hen û li aliyekî jî hêviya hevgirtin û ji nû ve avakirinê heye. Şêniyên Antakyayê tevî her tiştî diyar dikin ku ew ê bajarê xwe ji nû ve ava bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Hatay- Antakya ku beriya zayînê ji aliyê fermandarên Îskenderê ve hatibû avakirin, di wê demê de li dîrokê 3’emîn bajarê herî mezin ê Împaratoriya Romayê û 4’emîn bajarê herî mezin ê cîhanê bû. Navê bajarê ku ji bo Xirîstiyanan wek cihekî pîroz ê girîng dihat qebûlkirin, di salên komarê de wek Hatay hat guherandin, bajêr di dîrokê de bi riyên xwe yên girîng û bi axa xwe ya bi bereket, mazûvaniyê ji gelek şaristaniyan re kir.

Bajarê ku bi kolanên xwe yên kevn, dêrên dîrokî û malên dîrokî mirov heyran dihişt, di erdheja 6’ê Sibatê de hilweşiya. Piştî erdhejê di warê jiyana asayî de gavek jî nehat avêtin, bermahiyên avahiyan hê jî mîna roja ewil a erdhejê li cihê xwe ne. Bajarê ku welatiyên Antakyayê yên lê ji dayik bûne û lê mezin bûne, wekî "erdên bihuştê" pênase dikin, di deqeyekê de veguherî xirbeyan. Gotina kesên ku di nava xirbeyan de bajar naterikînin jî ev e: "7 caran hat rûxandin û avakirin, em ê dîsa ava bikin."

Di nava xirabeyan de hêviya nû ya jiyanê

Di ser erdhejê re mehek derbas bû lê tiştên ku li bajêr çêdibin û qewimîn yek ji mijarên ku hemû kes meraq dike ye. Li pişt hevgirtina ku ji roja ewil û vir ve berdewam dike, rastiya xirabe û windayan heye. Em ji bo ku rastiya gelên ku bi hevgirtinê hêviyê didin di nava xirbeyan de dijîn ji bîr nekin, geşedanên dawî yên li bajar di bîra xwe de qeyd dikin.

Divê têgeha hevgirtin û empatiyê were hîskirin

Beriya 6’ê Sibatê saet 04:17’an de, bi milyonan mirov li bajarekî ku her kesê jê hesûdiyê dikir dijiyan li di deqeyek de hemû tiştên di destên xwe de winda kirin. Di destên mirovên ku hem jiyana xwe, bîranînên xwe û keda xwe ya ku bi salan dabûn, fikara paşerojê ma. Ji welatiyên ku fikara xwe bi hevgirtinê re hinek be jî ji bîr dikin, ne mimkûn e ku mirov behsa hin muameleyên ku di dema alîkariyê de hatine, nekin.

Xwişka Elîf a ku ez li taxê pê re axivîm, der barê alîkariyên ku hatine de wiha dibêje: “Alîkarî ji taxê re tê lê sindoqan diavêjin ser serê me. Em ne parsek in. Em ê vê rewşê ji bîr nekin ku di dema şandina alîkariyê û dema belavkirinê de tiştên tên kirin. Bêyî jibîrkirina travmayên ku bi mirovan re çêbûne û jiyana wan a berê dê şopeke giran li ser mexdûrên erdhejê bihêle.

Rayedarên ku li benda îhaleyê ne destê xwe nadin xirbeyan!

Li bajarê ku taxên Kurtuluş, Saray, Armûtlû û navçeya Defne bi temamî tune bûnê, li hin kuçe û kolanan hê jî xirabe, wekî roja ewil in. Tenê li kuçeyên sereke xirbeyên avahiyên hilweşandî ji bo derbasbûna wesayîdan hatine komkirin, li Kolana Antakyayê ya kevin û Taxa Armûtlûyê jî gelek xirbeyên ku hê dest nedane wan û nehatine rakirin hene. Tevî ku mehek derbas bûye jî ne malên ku ziyaneke mezin dîtine û ne jî kavilên kolanên kêlekê û hin taxan hatine rakirin û mayîna xirabeyan bandorek gelek xirab li gel dike. Mirovên ku hewl didin bi hesta "dê ji vê şûndê çi bibe" bijîn her dema ku xirabeyan dibînin jî heman tişt hîs dikin, tê îdiakirin ku Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ji bo hilweşandina kavilan îhale daye destpêkirin. Tenê li taxên ku avahiyên mezin hatine hilweşandin û wek navend xuya dikin tên kirin xebatên rakirina xirabeyan tê meşandin, di van xebatan de tedbîrek herî biçûk jî nayê girtin.

Bermahiyên xirbeyan dirijînin qadên jiyanê û yên xwezayî!

Xirabeyên ku li herêmên Îskenderûn, Antakya û Samandagê hatin hilanîn jî dirijînin cihên ku mirov û zindî lê hene. Bajarê ku bi tevahî hilweşiyaye, piştî erdhejê jî şahidiya xisardîtina xwezayê jî dike. Li Antakyayê û li cihê ku kon hatine vedan, ji bo erdhejzedeyên li Samandagê, xirbe tên rijandin û ev yek jiyana mirovan bi giranî tehdîd dike. Xirbeyên ku li nava zeviyên çandiniyê û qadên jiyanê yên li bajêr tên rijandin, hesta "Em ji erdhejê nemirin lê dê ji pençeşêrê bimrin" bi mirov re çêdike.

Bajar veguheriye cihê cenazeyên bêkes û winda!

Ji bilî xirabe û hilweşandinê, hêj bi sedan kesên ku piştî erdhejê cenazeyên wan nehatine dîtin hene. Navenda bajêr bi kaxezên ragihandinê yên nivîskî yên wenda tije dibe, bi sedan kes hene ku ji binê xirabeyan nehatine rakirin an jî piştî ku rakirin nexweşxaneyê agahî ji wan nehat girtin. Hat hînbûn ku bi sedan kesên bêyî teşhîsa rast an jî nimûneya DNA’yê bê girtin hatine definkirin hene. Nimûneyên DNA’ê hatine dayîn, gelek cenaze ji goristana bêkesan a ku li navenda bajêr nû hatiye çêkirin hatin derxistin.

Li goristana ku bi awayê sê beşan e di qadeke vala ya navbera Hatay û Reyhanliyê de hat avakirin, nêzî 7 hezar cenaze hene. Li goristanê ku gelek gorên vala jî hene, li ser kevirên goran tenê hejmar hene. Welatiyên ku DNA’ya wan zelal dibe cenazeyên xwe ji goristanê derdixin û dibin. Li bajarê ku tê gotin gelek cenaze di bin xirbeyan de ne, bi hebûna xirbeyên li bajar ev yek piştrast dibe. Li cihên xirabe hene bêhna xirab tê, hat hînbûn ku ji avahiya Ronesansê ya ku li bajêr di rojevê de bû, cenazeyên bi sedan kesan hatin derxistin, zêdetirî cenazeyên 60 kesan nehatine dîtin. Hat hînbûn ku rayedaran li cihê xirabe hatine rakirin dest bi testa hestî kirine.

‘Yên sax mane dê 'ji nû ve ava bikin'

Di nava van hemû hilweşandin, xirabe û mirinê de têkoşîna jiyanê ya kesên mane jî heye. Welatiyên ku 3 rojên ewil ên erdhejê bê xew, birçî û serma derbas kirin, niha di bin konan de bi baran, bahoz û birçîtiyê re têdikoşin. Tevî ku hevgirtin li gelek nuqteyên bajêr tê kirin, mirovên ku hê jî ji hewcedariyên xwe yên jiyanê bêpar in hene. Piraniya welatiyên ku nikarin xwe bigihîjînin konan di konên serayê de yan jî li stargehên bêserûbin ên ku bi xwe ava kirine dimînin. Tevî her tiştî jî welatiyên ku bi gotina "Em nikarin li cihekî din bijîn" jiyana xwe didomînin. Her kes tenê vê dibêje; "Tiştekî ku em bikin tune ye, em ê ji nû ve ava bikin.".