Li Amedê protestoyên 9’ê Cotmehê: Çareserî Ocalan e

Di salvegera 25’an a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya li Amedê de hat diyarkirin ku riya çareseriyê Îmralî ye û xwestin dawî li tecrîdê were anîn.

Navenda Nûçeyan- Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) bi dirûşma “Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li Parka Koşuyoluya Amedê li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwestin daxuyaniyek girseyî bidin. Polîsan girseya ku li parkê kom bûbû, li gelek deverên navçeya Rezanê civiyabûn dorpêç kir û destûra daxuyaniyê neda.

Polîsan tenê ne welatiyan parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên bajarên bakurê Kurdistanê ku beşdarî daxuyaniyê bûn jî dorpêç kirin û li gelek deveran êrîşî welatiyan kirin, bi dehan kes kirin binçavan.

Êrîşî rojnamegeran kirin 

Tevî hemû dorpêç, astengî û binçavkirinan jî welatî û siyasetmedar meşiyan, komplo û tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin. Polîsan êrîşî rojnamevanên ku dorpêç û daxuyaniyê dişopandin jî kirin. Polîsan li rojnamevan Mahsum Kara dan. Rojnamevanên din piştevaniya Kara kirin û li ber êrîşa polîsan rabûn.  Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Çepên Kesk li ber Parka Koşuyoluyê daxuyanî dan.

‘Li gel astengî û qedexekirinê meş hat lidarxistin’

Polîsan girseyê ji hev belav kir û derdora wan girt. Piştî dorpeçkirinê ji 50 zêdetir kes hatin binçavkirin. Parlamenter û girse li dijî astengiyan ji Parka Koşuyoluyê heta ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) meşiyan û li ber deriyê avahiyê daxuyanî dan.

‘Bijî serok Apo’

Her wiha li kolanên Rezana Amedê jî ciwanan meş li dar xistin û dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan û bijî Serok Apo’ berz kirin. Polîsan êrîş birin ser girseyê û heta niha li wê jî 40 kes hatin binçavkirin.

‘Çareserî Îmralî ye’

Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Omer Ocalan tecrîd û êrîşên ku pêk hat şermezar kirin û got: "Îşkenceya li hemberî gelê Kurd berdewam dike. Em ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan hatin gel hev. Polîs weke her demê îro jî tundiyê li me dikin. Îro malbata Ocalan û parezerên wî nikarin hevdîtînê bikin. Em vê yekê qebûl nakin û ji bo vê îro hatin gel hev. Riya çaresereriyê di Îmraliyê re derbas dibe."

Girse û parlamenter heta avahiya HDP’ê meşiyan û li ber deriyê avahiyê daxuyanî dan. Di Daxuyaniyê de Hevserokê Giştî ya DBP’ê û Parlamenterê Partiya Çep ê Êlihê Keskîn Bayindır axîvî.

 ‘Paradîgmaya birêz Ocalan çareseriya Rojhilata Navîn e’

 Keskîn Bayinder diyar kir ku îro ji bo komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat protesto bikin hatine gel he û anî ziman ku ji şefeqê ve heta niha gelek tundî û îşkence li girseyê hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê li ser birêz Ocalan tecrîd heye. Sekna birêz Ocalan sekneke ji bo aştiya Rojhilata Navîn e. Em vê tecrîda ku belavî her derê Kurdistanê bûye qebûl nakin. Em wek gelê Kurd bangewazî li hemû gelan dikin. Divê seknek bê nîşandan. Li her derê Rojhilata Navîn şer heye. Lê belê çareseriya vê yekê heye. Ev jî paradîgmaya birêz Ocalan e. Heger em li Rojhilata Navîn çareseriyê dixwazin, pêwîst e em li dijî têcrîdê têbikoşin. Tecrîd kûrbûna şer e û ev jî bi destên AKP-MHP’ê tê kirin. Heta ku ev tecrîd li ser birêz Ocalan rabe û aştî pêk bê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji bo aştiyê tenê riyek heye ev jî jiyana hevpar e. Ev rê jî ji bidawîkirina tecrîdê derbas dibe. Tirkiye di zivirîneke dîrokî de ye û heger riya çareseriyê venebe wê bi her awayî di bin qeyraneke kûr de be. Em ê tu carî paşve gav navêjin. Em çareseriyê jî nîşan didin û dibêjin çareserî Îmralî ye.”

Keskîn Bayinder di dawiya axaftina xwe de spasî ji çapemeniyê re kir û diyar kir ku çapemenî jî bi gelek zext û astengiyan re rû bi rû maye.