Li Amedê Meclisa Jinan tê avakirin: Em ê bibin hêza çareseriyê

Ji Komîsyona Jinan Nevîn Oyman diyar kir ku ew xwe amade dikin di nava Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de 'Meclisa Jinan' ava bikin û li wir xebatên jinan bi pêş bixin û got: "Armanca me ew e em pirsgirêkên jinan çareser bikin û bigihîjin hemû jinan."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Di sala 2016’an de dema ku qeyûm avêtin ser şaredariyan, li Amêde 43 saziyên jinan hatin girtin. Navê hinek ji wan hat guhertin û bê bandor man. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji bo ku texrîbata wan qayûman ji holê were rakirin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xwe amade dike ku di çarçoveya xwe de 'Meclisa Jinan' ava bike û tê de xebatên jinan esas bigre. Meclisa ku hemû hevşaredarên navçe û endamên meclisan jî dê tevli bibin, hedef dike ku ji navendên bajaran heya gundan xwe bigihîjînin hemû jinan.

‘Qayûm ji jinan re cih nehişt’

Endama Komîsyona Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Nevîn Oyman, ewil behsa texrîbatên qeyûman kir. Nevîn Oyman, anî ziman ku bi salan e taxrîbat bi awayekî pergalî berdewam dikin û destnîşan kir ku jin di vê pêvajoyê de bi tenê hatine hiştin û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de jin li navçe û gundan, li bajêr bi her awayî bê destek hatin hiştin. Jin nikaribûn xwe bigihîjînin kar, an jî qada ku bi qanûnî tê de serî lê bidin. Beriya ki qayûm bên avêtin li her navçe û gundan hedefa me ew bû em xwe xwe bigihîjînin jinan. Di vê demê de em di saziyên jinan de bi awayekî aktîf dixebitîn û li ser daxwazên jinan me xebatên qadan dikir lê bi qeyûm re dema ev sazî girtin qadên alternatîf jî bêencam man. Bi vê gavê re jinên rastî tundiyê hatin yan jî di vateya hiqûqî û derûnî de jinên ku li benda piştgiriyê bûn cihekî ku serlêdan bikin nemabû.”

‘Bi Meclisa Jinan re em ê lez bidin xebatên jinan’

Nevîn Oyman der barê xebatên Meclisa Jinan de agahî da diyar kir ku ew ê lez bibin xebatên li bajêr.  Nevîn Oyman der barê meclisê de ev nirxandin kir:

“Di pêvajoya hilbijartinê de me got ku piştî hilbijartinê em ê di destpêkê de li şaredariyan bi xebatên jinan gavan biavêjin. Îro jî em bi vê armancê xebatan didin meşandin. Me gava yekemîn a avakirina 'Meclisa Jinan' avêt ku hemû hevşaredarên navçeyan û endamên meclisê li dar xistin. Ev fikir bi mebesta ku xwe bigihîjîne jinên li gundên herî dûr ên bajêr û bibe mifteya çareserkirina hemû pirsgirêkên jinan pêk hatiye. Wê hemu jin di meclisa ku were avakirin de cih bigrin. Dîsa bala me ya sereke dê li ser pirsgirêkên jinên li vir dijîn be. Bi guhdarkirina li pirsgirêkên jinên navçe û bajaran û daxwaza wan em ê gavên xwe biavêjin. Bi vê hedefê meclisa ku em ava bikin, di rojên pêşiya me de dê xebatên lezgîntir bikin.”

‘Bi xebatên bi bandor em ê bibin çareseriya pirsgirêkan’

Nevîn Oyman di berdevamiya axaftina xwe de bal kişand ser qetlîam û tundiya li ser jinan li bajêran rû didin û destnîşan kir ku sedema zêdebûna sûcan polîtîkayên şerê taybet in. Nevîn Oyman anî ziman ku dê ev pêvajo li meclisê bê nîqaşkirin û her cure piştgiriya civakî ji jinan re bê dayîn. Nevîn Oyman diyar kir ku ew bi taybetî li ser xala îstîhdamê disekinin û wiha pê de çû:

“Em hîn bûn ku di pêvajoya qayûm de ji jinan re tenê kursên dirûtinê, xwendina quranê û çêkirina xalîçeyan hatine dayîn. Di vê xalê de jinên ku rastî tundiyê hatine, dema ku piştgiriya derûnî xwestine tu xizmet ji wan re nehatiye dayîn. Em dikarin bibêjin ku di kursên navê van derbas dibin de mamoste jî tune bûne. Tu xebat ji bo gel û saziyên ku qeymeqamtiyê bi xwe ve girê daye nehatiye meşandin. Ev meclis dê piştgiriyek mezin bide jinên li bajêr. Li kêleka vê meclisê saziyên jinan dê ji nû ve werin aktîfkirin. Di serî de em ê di mijara tundî, qetilkirin û îstîhdamê de, pirsgirêkên bingehîn ên jinan bigrin dest. Di çarçoveya polîtîkayên şer de qetlîamên jinan ku her diçe zêde dibin û li dijî tundiyê xebat bidin meşandin. Em ê qadên ku jin bikaribin xwe li wan bi pêş bixin û kar bi dest bixin ava bikin.”

‘Meclis dê bibe navnîşana ku pirsgirêka jinan çareser dike’

Nevîn Oyman diyar kir ku hedefa meclisê xwegihandina hemû jinan e û wiha bi dawî kir: “Ev meclis dê bibe navnîşana ku pirsgirêka jinên bajêr çareser dike. Ji bo ku em jiyana jinan hêsan bikin dê bala me destpêkê li ser jinan bin.”