Li başûrê Kurdistanê li dijî zarokan şerê desthilatdariyê!

Li Başûrê Kurdistanê dewreyên havînê êdî ne ji bo fêrbûnê ne, bûne amûra îstîsmara siyasî. Di bin navê ol û exlaq de, şerekî kûr ê îdeolojîk tê meşandin, ev yek derûniya zarokan xirab dike û pêşeroja malbatê dixe xeterê.

HÊVÎ SELAH

Silêmanî – Bi destpêkirina betlaneya havînê re, fikrên û siyasî û dijber li Başûrê Kurdistanê, dewreyên havînê wekî amûreke sereke ya hevrikiyê û arastekirina nifşê nû bi kar tînin. Ev yek jî ciwanên Kurd di navbera nasnameya resen û globalîzmê de, bi  kûr a fikrî re rûbirû dihêle.

Şerê Îdeolojiyan: Zarok ber bi ku ve tên dehfdan?

Di demeke ku Wezareta Perwerdeyê bernameya perwerdeha olî di navendên xwendinê de bi cih kiriye gel pirs tên hişê mirov. Perwerdeya olî li Başûrê Kurdistanê di deh salên borî de, ji çarçoveyeke kevneşopî û malbatî guheriye û bûye şerekî îdeolojîk ê sar lê kûr di navbera saziyên fermî yên hikûmetê û hêzên cihêreng ên îslama siyasî û Selefîtiyê de. Lê belê bi hatina werza havînê re, mizgeft û navendên olî yên taybet, di riya kampanyayan û dewreyên havînê yên ji bo zarokan de, dibin alternatîfên dibistanan. Ev guhertin ne tenê guhertina cihê xwendinê ye, guhertina felsefeya perwerdeyê ye; ji sîstemeke neteweyî ber bi jîngeheke hizbî û îdeolojîk ve ye, armancên kûr li pişt wê hene.

Ol wekî amûra kontrolkirina zarokan tê bikaranîn

Her çendî ol di cewherê xwe de sîstemeke ruhanî, exlaqî û xêrxwaziyê ye lê di atmosfera siyasî û civakî ya Başûrê Kurdistanê de, beşeke mezin a dewreyên havînê vê wateya ruhanî diguherînin û dikin modeleke tund a kontrolkirina reftarî û fikrî. Bi riya bikaranîna têgehên mîna şerm, heram, ceza û xelata qiyametê de, bi zimanekî tûj û tirsnak, formek ji diltengî û fobiya kûr a derûnî di dilê zarokan de tê çandin. Ev pêvajo di derûnînasiya perwerdiyê de wekî "dizîna hestên zarok" tê dîtin.

Ev cure perwerdeya ku li ser bingeha tirsê ava dibe, şiyana ramana rexneyî di mejiyê zarokan de dikuje û wan dike mexlûqên guhdar û teslîmbûyî ku di paşerojê de bi hêsanî ji aliyê komên îdeolojîk ve tên birêvebirin. Kontrolkirina zarokan ji vir dest pê dike. Dema ku gumankirin û pirsiyarkirina zanistî dibin guneh û teslîmbûna Qurane dibe yekane pîvana exlaqî û bawermendiya rastîn. Bi vî şêwazî, zarok ji çarçoveya civaka mezin tên qutkirin û tenê di nava xelekeke teng a fikrî de tên asêkirin.  Ev yek di dawiyê de dibe sedema kesayetiyeke şermok an jî ji aliyê fikrî ve tundtir di nav civakê de.

Li başûrê Kurdistanê sîstema serdest û îslama siyasî

Başûrê Kurdistanê ji du-îdareyî û dabeşbûna desthilatdariyê zoriyan dikşîne ku ev yek rasterast bandorê li ser hêza fikrî û siyasî ya herêmê dike. Ji aliyekî ve, sîstema serdest a hikumranî û qada siyasî ya desthilatdar, wekî hêza fermî yan neteweyî, kontrola bingehên desthilat û darayiyê kiriye; li aliyê din, celebek ji peymana bêdeng û berjewendiya hevpar di navbera wan û komên îslamî de heye. Desthilatdariya siyasî ji bo parastina pêgaha xwe û ji bo rêgirtina li teqîna hêrs û nerazîbûna civakî yan çêbûna opozîsyoneke rastîn, qadeke berfireh daye îslama siyasî û Selefîtiyê da ku qada civakî û perwerdeyê kontrol bikin. Bi vê yekê jî hevsengiyek ava dikin ku tê de hikûmet ji bo desthilatdariya siyasî be û kolan û çand jî ji bo îslama siyasî bên hiştin.

Îslama Siyasî çi ya hizbî be, çi jî selefîtiya nêzî desthilatdariyê be pirsa perwerdekirina zarokan wekî mezintirîn îstîsmara stratejîk a ji bo paşerojê dibîne. Ew dizanin ku hikûmet di riya çek û aboriyê de bi awayekî demkî hikûm dike lê hikûmeta rastîn û demdirêj a li ser kolanan, bi riya kontrolkirina çand û fikra nifşê nû dixebite. Ji ber vê yekê, dewreyên havînê goya ji bo fêrbûna Quranê û exlaq li lê di rastiyê de ji bo avakirina bingeheke cewherî ji bo paşerojê ne. Ev yek ji bo sekna li dijî her guhertina sivîl an laîk (sekuler) a ku di paşerojê de li herêmê rû bide.

Girtina mafê perwerdeyê ji malbatê û spartina wê ji mizgeftê re

Yek ji diyardeyên herî xeternak ku di van salên dawî de li Başûrê Kurdistanê belav bûye, veguhestina desthilatdariya perwerdeyê, ji dê û bavan radestkirina serkirdeyên olî û melayên dewreyan e. Ev guhertina civakî ji ber çend sedeman rû dide. Yekem: Lawazkirina baweriya dê û bavan bi şiyanên xwe; ji ber ku gotara olî ya hevçerx bi riya torên civakî bi berdewamî ji dê û bavan re dibêje ku şiyana wan nîn e exlaq û ola zarokên xwe li beramberî rîskên vebûna çandî, înternet û globalîzmê biparêzin. Lewma yekane rîsk-rizgarker ji bo xilaskirina zarok şandina wan a ji bo mizgeftê ye. Duyem: Guherandina merciyeta (çavkaniya biryarê ya) zarok; dema zarok diçe van dewreyan, merciyeta yekem a biryardayînê li ser çi rast e û çi şaş e, ji dê û bavan diguhere bo mamosteyê olî yê mizgeftê. Di gelek rewşan de ev yek dibe sedema parçebûna malbatê; ji ber ku zarok vedigere malê û rexneyê li şêwaza jiyana dê û bavê xwe dike, yan jî ji ber pabendnebûna wan a temam bi nêrînên wî yên nû re. Ev yek, standineke nerm a pêgeha dayîktî û bavîtiyê ye di bin navê parastina dîn û exlaq de. Di dawiyê de malbatan dike peyrew û paşkeyên endezyarên gotara olî û rola bingehîn a dê û bavan kêm dike.

Armanca dewreyên havînê di hebûna bernameyên fermî de çi ye?

Ev pirsa cewherî ye ku divê em li ser bisekinin: Dema ku di Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêmê de pirtûka taybet a ji bo Perwerdeya Îslamî hebe û mamosteyên pispor di dibistanan de bi cih kiribin û her zarokek heftane waneya olî dixwîne, armanca li pişt van dewreyên havînê yên cihêreng ên derveyî dibistanê çi ye?

Li vir derdikeve holê ku armanca van dewreyan ne tenê fêrbûna oleke hêsan e. Armanceke siyasî û îdeolojîk e. Bernameya Wezareta Perwerdeyê bernameyeke neteweyî ye ku dixwaze olê wekî beşek ji çand û pêkhateya exlaqî ya hemwelatîbûnê nîşan bide, bêyî ku zarok çandên din an pêkhateyên cihêreng nas bikin. Ev modela hevseng ji bo îslama siyasî û komên tundrew têrker nîn e. Armanca wan di van dewreyan de derbaskirina fîltera zanistî ya hikûmetê ye; ji ber ku di dewreyên havînê de tu çavdêriyeke perwerdeyî ya fermî li ser wan tiştên ku tên gotin nîn e. Mamoste dikare têgehên siyasî yên tund, dijberiya mafên mirov û jinan, redkirina demokrasiyê û cudahiyên fikrî di bin navê "eqîdeya rastîn" de bide zarokan.

Her wiha armanceke din jî avakirina hişmendiyeke alternatîf e li şûna xwendina fermî, bi şêwazekî ku zarok xwendina dibistanê û zanistên mirovî wekî kêmûkurasê yan jî bêbextî/bêbawerî bibîne û mizgeftê wekî yekane çavkaniya heqîqeta mutleq serederî bike. Ev jî zemînekirin e ji bo avakirina nifşekî ku dilsozî û wefabûna wî ji bo koma olî yan hizba olî zêdetir be, ne wekî dilsoziya wî ya ji bo nîştiman û qanûnên dewlet û neteweyê.

Dewreyên havînê yên olî li Başûrê Kurdistanê, di bin perdeya fêrbûna Quranê de, ji bo ji nû ve dariştina binyata derûnî û fikrî ya nifşê nû ne. Ber bi arasteyek ve ku xizmeta sîstema siyasî ya serdest dike ve diçin da ku di desthilatdariyê de bimînin. Di riya mijûlkirina xelkê bi şerên îdeolojîk re û di heman demê de xizmetê ji îslama siyasî re dike da ku nifûsa xwe ya civakî berfireh bike.

Paşvekişîna malbatê û bêdengî yan jî bê desthilatdarbûna hikûmetê di asta vê "qaçaxkariya perwerdeyê" de xetereyeke demdirêj li ser aştiya civakî û paşeroja pêkvejiyanê li Kurdistanê ava dike. Ji ber ku nifşekî mezin dike ku li şûna ramana vekirî û zanistî, tenê ramana dabeşker û redkirina kesê li beramberî xwe mînak digre. Ev jî mezintirîn paşveçûn e ji bo civaka medenî li herêmê ku pêwîstiya wê bi çavdêrî û çavvekirineke bilez heye. Pêvajoya hînkirinê divê tenê di bin çavdêriya saziyên fermî de bimîne da ku nifşekî saxlem ji bo paşerojê berhemdar be.