Li Amedê komxebata ‘Jin 100’emîn salvegera Lozanê niqaş dikin’

TJA bi minasebeta salvegera sedsalaya peymanê Lozanê bi komxebatek bi navê ‘Jin 100’emîn salvegera Lozanê nîqaş dikin’ li darxist.

Amed- Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê salvegera 100’emîn Lozanê de li oteleke Amedê bi sernavê, ‘Jin 100’emîn salvegera Lozanê niqaş dikin’ komxebatek li dar dixe. Jî derveyî bajar gelek jin beşdarî komxebatê bûn.

‘Em di Lozanê de hişmendiya mêr nîqaş bikin’

Axaftina vekirinê ya komxebatê ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Çaglar Demîrel ve hat kirin û diyarkirin ku  ji bo nîqaşkirina sedsala Lozanê hatine ba hev û bi bîrxist ku li Lozanê çi biryar hatin girtin ev sed sal in tên pêkanîn û  got, “Di vê sedsalê de li Lozanê li ser Kurd, Elewî, Asûrî, Ermenî, Êzidî û hemû gelan çi biryar hatin girtin, emê biaxivin. Ev nîqaş her tim ji aliyê mêran ve dihatin kirin. Li Lozanê jin û gel bi zîhniyeta mêr çawa hatin tunekirin? Çawa hatin asîmîlekirin, emê bi hev re nîqaş bikin. Emê rojekê bi van niqaşan derbas bikin."

 ‘Emê ji niha û şûnde çibikin divê em biaxvin’

Çaglar Demîrel destnîşan kir ku li Lozanê ziman û çand hatin qetilkirin û wiha got: “Çi hat serê jinan, çand û zimanan? Em weke jin li Mezopotamyayê li gel kedeke mezin ya hatiye dayîn êşeke mezin dibînin. Lê divê ji îro û şûnde emê çi bikin li ser vê niqaş bikin. Jinan ev zilm û qetlîam qebûl nekir û qebûl nakin. Emê yekîtiya gelan û jinan biparêzin. Emê bi hev re biryaran bidin. Weke TJA îro emê bi hev re yekîtiya xwe ragihînin. Emê têkoşîneke mezin bidin."

 Komxebat piştî axaftina vekirinê ji çapemeniyê re girtî dewam dike.