Li Amedê jin û kurê wê piştî 101 saetan ji bin xirbeyê hatin rizgarkirin
Li Amedê dayik û kurê wê piştî 101 saetan di bin xirabeya Avahiya Akar (Hîsamî) ya hilweşiyayî de bi birîndarî hatin rizgarkirin. Li avahiyê xebatên lêgerîn û xilaskirinêdewam dikin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/02/20230210-20230210-anneogul-jpg1a3309-image-jpgaff571-image.jpg)
Amed - Li Amedê ku ji erdhejên navenda wê Mereşê bandorbû de, di xirabeya Apartmana Akar (Hîsamî) ya li ser Kolana 482’yan a li ser Cadeya Cengîzler a Taxa Mevlana Halît a navçeya Rezanê de, piştî 101 saetên Sebahat Varli ya 32 salî û kurê wê yê 10 salî Serhat Varli bi saxî hatin derxistin. Dayik û kurê wê ya sax hatin derxsitin, piştî destwerdana ewilî, bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.
Tê payîn ku li avahî ya ewil 130 kes di bin xirabeyan de bû, xebatên lêgerîn-rizgarkirinê didomin.