Li Amedê bi pileya 4 erdhejek pêk hat
Li navçeya Pîran a Amedê erdhejek bi pileya 4’an pêkhat.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/02/20230222-20230222-690x390cc-amd-22-02-2020-amed-dicle-deprem-jpgd49daf-image-jpge4ffac-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) ragihand ku li Pîran a Amedê bi pileya 4’an erdhej pêkhatiye. Hat diyar kirin ku erdheja saet di 06.04’an de pêkhatiye, 7 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.
Li gorî agahiyên li Rasathanaya Qandilî jî; Li Pîranê di saet 06:44’an de bi pileya 3.9 erdhejek pêk hat. Kûrahiya erdhejê wek 6 kîlometroyan hat pîvan. Şev jî saet di 01:38 de erdhejek din ya bi pileya 3,3’ an ku navenda wê Agili-Qulpê pêk hat. Ev erdhej jî bi kûrahiya 3,4 kîlometre pêk hat.