Li Amedê 24 kes hatin girtin

Li Amedê 24 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Amed-Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hunermend jî di nav de 128 kes hatin binçavkirin 24 hatin girtin û 18 kes jî hatin berdan.

Rojnameger Mehmetşah Oruç, Bêrîtan Canozer, Abdurrahman Gok û Remzî Akkaya ku bi daxwaza girtinê sewqî Edliyeya Cezayê ya Sulhê hatin kirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û kesên din jî piştî îfadeyên xwe sewqî Dadgeriya Cezaya Sulh hatin kirin.

Dadgeriya Ceza ya Sulhê Devrîm Ronî Atîk, Kadîr Şencî, Berfîn Can, Muhsîn Acar, Osman Demîr, Rûmet Çetîn, Cotkar Amara Yurek, Mehdî Kaya, Hamza Cîhangir, Hasret Yelboga, Suat Arda Işik, Şahin Bîçîmlî, Hakim Kaya, Mikaîl Barut û Tacettin Araz jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girt. Di çarçoveya lêpirsînê de der barê 24 kesan de biryara girtinê hat dayîn.

Ji parêzerên ku hatin binçavkirin Eylul Ozgultekîn, Gûrbet Ozbey û Jiyan Sametoglu hatin berdan, parêzer Mustafa Şencî jî bi biryara qedexeya derketina derveyî welat bi şertê kontrola edlî hat berdan. Kesên din ên ku hatibûn binçavkirin jî hatin berdan.

OHD: Me di tu şert û mercan de dest ji têkoşînê berneda û em ê bernedin

Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ji bo endamên xwe yên girtî li ber Edliyeya Amedê daxuyaniya çapemeniyê da. Gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn û dirûşmên "OHD bêdeng namîne dê bêdeng nebe", "Zext me natirsînin" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin berzkirin.

Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeter di axaftina xwe de wiha got: “Hevdîtinên parêzeran tên astengkirin, biryarên nepenîtiyê tên dayîn, buro bê hiqûqî tên lêgerînkirin. Niha 3 endamên me weke qonaxa dawî ya van bêhiqûqiyan hatine girtin. Em berê di salên 90’î de bi kuştinên kiryar nediyar hatin qetilkirin gelo encam girtin? Em di rojiyên mirinê de ji bo darizandinek adil bûn nemir, gelo dikaribûn me biçewisînin? Ji bo parastina mîrata mirovahiyê em bi Minareya 4 Ling hatin qetilkirin, ma em tepîsin? Ma em ji van tiştan tirsiyan ku bi girtin, zordarî û bêhiqûqiyê bitirsin? Weke OHD û mijara vê têkoşînê, me di bin tu şert û mercan de dest jê berneda û em ê bernedin jî. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”