Li Afganîstanê dibistana xwendekarên jin hat şewitandin
Li parêzgeha Zabul a girêdeyî Afganîstanê dibistanek jinan ji aliye kesên nenas ve hat şewitandin.

Navenda Nûçeyan – Li gor agahiyan li Afganistanê duh li parêzgeha Zabulê, dibistaneke keçan ji aliyê kesên nenas ve hat şewitandin.
Tê gotin ku piştî ev dibistan hat şewitandin, hemû belgeyên îdarî û pirtûkên tê de jî hatin şewitandin.
Heya niha ji aliyê Talîbanê ve derbarê mijarê de daxuyaniyek nehatiye dayîn.