‘Heta ku edalet pêk neyê wê başbûn çênebe’
Malbata Şenyaşar ku di roja 754’emîn de Nobeda Edaletê didomîne got: “Heta ku edalet tune be wê ne mimkûn be ku li tu qadê başbûn çêbe.”

Riha – Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 754’emîn de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, malbatê li mala xwe ya Pirsûsê nobedê berdewam kir.
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam belav kir: “Heta ku edalet tune be wê ne mimkûn be ku li tu qadê başbûn çêbe. Wê di serdema nû de gelek kar bikeve ser milê dozger û dadgeran. Têkoşîna me ya heq û edaletê di roja 754’emîn de li Rihayê bi piştevaniyê didome.”